Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli nehate berdan

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê ku hatibû destgîrkirin, di rûniştina dadgehê de nehate berdan.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di danişîna ewil de hat dadgehkirin û biryara dewama girtina wî hat dayîn.

Danişîna ewil a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî kirin û ji wezîfeyê hat dûrxistin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Mizrakli ji Girtîgeha T2 a Bunyana Kayseriyê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Mizrakli û parêzerên wî Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Zulal Erdogan tevlî dozê bûn.

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara dewama girtina Mizrakli da û danişîn taloqî 10’ê Sibata 2020’an kir.