'Hevrê Bargiran fermandarê berxwedana Heftanînê bû'

Ferman Botan qala endamê Fermandariya Eyaleta Heftanînê Bargiran Erkendî kir ku di 20'ê Tebaxa 2020'î de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Botan got, "Heval Bargiran fermandarê berxwedana Heftanînê bû."

Ji Fermandarên qada Heftanîn Ferman Botan qala têkoşîn û kesayetiya Fermandar Bargiran Erkendî ji ajansa me re kir. Botan wiha axivî: "Min hevalê Bargiran di sala 2016'an de nas kir. Di wê salê de piştî perwerdeyê ji bo qada Hefanînê tê wezîfedarkirin. Piştre endamekî Fermandariya Heftanînê tê erkdarkirin. Di destpêkê de taybetmendiyên Heval Bargiran yên dilnizmiyê, fedakarî û rûkeniya wî bala her kesî dikşand. Ji bo ku her erk bi awayekî serketî pêk were çi astengî li pêşiya xwe nas nedikir. Ji bo hevalê Bargiran karekî ku pêk neyê tune bû. Ne tenê li Heftanînê her wiha li qadên ku berê jî lê dixebitî bi van taybetmendiyên xwe tevdigeriya. Ango li pêşiya zehmetiyan rê vedikir û ev taybetmendiyên wî bandoreke mezin li hemû hevalan çêdikir. Li qadê gelek xebatên amadekariyên şer û pêwîstiyên hevalan ji alî heval Bargiran de pêk dihat. Hêzeke heval Bargiran ya îqnakirinê ya mezin hebû."

'HEBÛNA DIJMIN TI CARÎ QEBÛL NEKIR'

Botan têkildarî tevlîbûna Bargiran li berxwedana Cenga Heftanînê wiha axivî: "Çawa ku operasyonê li qadê destpê kir heval Bargiran wê gavê cihê xwe nav xebatekî din de digirt, lê bi destpêkirina operasyonê heval Bargiran derbasî qadê bû. Me li wir baştir hevdû nas kir. Di destpêkê de di nav fermandariya qada Heftanînê de cih negirtibû. Lê ji her kesî zêdetir xwe da pêş û di operasyona ku li xeta Partîzan derketibû pêşengtiyek mezin kir. Cihê herî bi rîsk cihê heval Bargiran bû. Yek ji taybetmendiyên Heval Bargiran ew bû ku ti carî hezim nedikir ku dijmin li qadên me xwe bi cih bike û bi ti awayî vê yekê qebûl ne dikir. Piratîka wî ev yek nîşan dida. Heta gelek caran rexne dihate kirin ku hin cih pêwîst nake heval biçin wir lê heval Bargiran li ku derê dijmin heba berê xwe dida wir. Çalakiyên li Ş.Merwan, çalakiya mezin a ku li konferansê pêk hat û gelek çalakiyên din bi amadekarî û fermandariya Heval Bargiran pêk hatin. Heta mirov bi rehetî dikare bêje ku Heval Bargiran Fermandarê pêngava berxwedanê ya ku li qada Heftanîn despêkir bû. Di hemû kêliyên şer û Berxwedanê de Heval Bargiran cih digirt.’’

Botan destnîşan kir ku Fermandar Bargiran di hemû kêliyên xwe de di nav amadekariyên şer de û wiha pê da çû:’’Heval bargiran her tim cihê xwe di nav tîmên ku nav dijmin de ne digirt. Her di nav wan hevalan bû. Cihê ku ew lê ba ne mumkin bû ku ji dervayî amadekariya çalakiyan rojevek din çêbibe. Lêhurbûna hevalan li ser çalakiyan kom dikir. Dema ku pilanekî çalakiyekê hatiba kirin û ji bo pêkanîna wê hinek astengî heba, di nav de çalakiyên cuda bi rêxistin dikir, ango çalakî di nav çalakiyan de pêk anî. Ev yek jî di nav hêzên me de moralek dida avakirin. Heval Bargiran bi kîna xwe ya li hemberî dijmin û baweriya bi serkeftinê dagirtî bû.
Heval bargiran bi her pêwîstiyan re mijol dibû. Ji amadekariya çalakiyan, cil û bergên hevalan, lojistîk û hwd xwe berpirsyar didît. Çanda ku ev xebat wî eleqadar nake li gel heval Bargiran tûne bû. Bi hemû xebatan re rast rast eleqedar dibû. Li cihekî dema Heval Bargiran derbasî wir ba di nav çend demjimêran de mirov guhertinan hîs dikir, rengê xwe dida cihê ku lê diçe.

Destpêka operasyona ku par destpê kir li xeta Şeşdara û Dûpişk bû. Heval Bargiran jî li wir bû. Li wan xetan çalakî bê rawastan bûn. Vê bandor li ser tevahî hevalan çêdikir. Kengî pilanekî çalakiyê pêk bihata, heval Bargiran bi xwe diçû keşfa xwe dikir. Heta dema ku astengî derketina jî li rêbazên çareseriyê digeriya û çalakiyên xwe bi serketî pêk dianî. Heval Bargiran çavkaniya motîvasyonê bû, moral bû. Her kesî jê hêz digirt."

'LI PÎRBÛLAYE PILANA DAGIRKERAN PÛÇ KIR'

Fermandar Ferman Botan di dewama axaftina xwe de qala Berxwedana qada Pîrbûla ku di wî şerî de û di bin Fermandariya Bargiran Erkendî de bi dehan leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin kir û wiha anî ziman: "Dijmin xwest ku li Heftanînê bi hedefkirina biryargehê serketina xwe îlan bike. Hêzeke mezin ji bo vê yekê amade kir. Gelek kontra û cerdevan ji gelek herêman kom kir. Di serî de ketin Pîrbûla û xwestin biryargeha wir bi dest bixin. Li wir dijmin binketina xwe ya mezin a salê jiyan kir. Berxwedana li Pîrbula derbeke herî mezin bû ji bo dewleta Tirk a dagirker. Li wir bi pêşengtiya Heval Bargiran, Warşîn, Ferman û Mazlûman derbeke mezin li dijmin ket. Heta dijmin nikarîbû 4-5 rojan cenazeyên xwe ji qadê derxînê.

Di esas de kuştiyên dewleta Tirk li wir ji tekmîla ku hate dayîn zêdetir bû. Pilana dijmin ew bû ku li wir serketina xwe îlan bike, lê bi saya sekna Heval Bargiran, Warşîn û Ferman ku sînge sînge bi dijmin re şer kirin derbeke mezin li dagirkeran hat xistin û nema dizanîn wê çawa hêzên xwe ji qadê vekşînin. Di wê berxwedanê de tenê 2 heval şehîd bûn. Berxwedana qada Pîrbûla bi fermandariya Heval bargiran û ekîba pê re weke lutkeya derba li dijî dijmin bû. Sekna Heval Bargiran li gel giştî Hevalan seknekî ava kir. Hevalên ku li gel heval Bargiran di nav çalakiyan dê bûn taybetmendiyên wî yên însiyatîf û lidarxistina çalakiyan girtibûn. Bi serê xwe çalakî li dardixistin."

'SEKNA WÎ BAWERIYA BI SERKETINÊ BÛ'

"Feraseta heval Bargiran ev bû ku eger dijmin ketiye Şeşdara pêwîste her roj were darbekirin. Pêwîste bi ti awayî şevekê rehet neke. Li ser vê esasê heval hemû rêxistin dikir. Gelek alavên ku ji bo nekevin destê dijmin ji bo wan pêşniyara hevalan hate kirin ku werin îmha kirin, lê heval Bargiran vê yekê qebûl nedikir, ji ber baweriya heval Bargiran ev bû ku ev cihên me ne û em ê nehêlin ku bikevin destê dijmin. Di esas de vê sekna heval Bargiran baweriya bi serketinê nîşan dida. Bêguman ev tenê di çarçoveya teorî de nedima. Heval Bargiran hevalekî wisa bû ku teorî û pratîka wî yek bû."

'ŞEHADETA HEVAL BARGIRAN EMREKÎ SERKETINÊ YE'

Botan li ser şehadeta Fermandar Bargiran wiha axaftina xwe domand: "Heval Bargiran di 20 Tebaxê 2020'î de di şerê li Pîrbûla de şehîd bû. Esas pilana dijmin ev bû ku li xeta Pîrbula û Banikê şer derkeve û gerîla bersivên dijwar weke cara yekemîn bide. Lê fermandariya me û heval Bargiran di serî de bi vê yekê hesiya û pêşî li komkujiyeke ku li gelê me bê kirin girtin. Ango heval Bargiran bi sekna xwe pilana dijmin ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên dijwar werin pûç kir.

Şehadeta heval Bargiran ji bo me giran bû. Ji ber heval Bargiran di şerê herî dijwar de dikarî darbe li dijmin bide û xwe biparêze, lê di encama êrîşekî nemerdane gihîşt şehadetê. Lê şehadeta heval Bargiran di nav hêzên me de bê moralî neda avakirin, berevajî vê emrekî serketinê ji me re hat dayîn. Heval Bargiran fermandarê qada Heftanînê ye. Şehadeta wî û hevrê Mizgîn û Zana ku bi dehan çalakî li dijî dagirkeriyê li darxistin ji bo me emreke bo ji serketinê da. Emrê ku wê dijmin li Heftanîn rehet neke."

'SEKNA REŞÎD SERDARAN BÛ'

"Sekna heval Bargiran sekna heval Reşîd Serdar bû. Li Zagrosan sekna heval Reşîd çi be, li Heftanîn sekna Heval Bargiran ew e. Heval Bargiran propogandeyên dijmin ku piştî şehadeta hevalên weke Reşîd Serdar û Adilan tu kes nemaye fermandariya şer bike vala derxist. Ispat kir ku li ser şopa wan hevalan Fermandarên Şerê Gelê Şoreşgerî wê werin afirandin û xeta wan dewam bikin. Heval Bargiran di her kêliyê de ji bo li dijmin bixe tevdigeriya. Wê şervanên Heval Bargiran jî vê seknê heya dawiyê biparêzin."