‘Heta zarokên me bên berdan em ê li ber xwe bidin‘

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê didomînin û gotin: “Heta zarokên me bên berdan em ê li ber xwe bidin û li kolanan bin.“

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtyên berdana wan hatiye taloqkirin, ya li Îzmîrê di roja 85’emîn de berdewam kir. Çalakiya malbatan a îro li ber avahiya Buroya Şêwrê ya DBP’ê ya Herêma Egeyê pêk hat. Rêveberên DBP’ê û EGE TUHAYDER’ê jî piştgirî dan malbatan.

Hevnûnerê DBP’a Herêma Egeyê Yahya Gezer axivî û diyar kir ku divê tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan û ew ê li cem malbata daxwaza edaletê bikin. Gezer anî ziman ku tu ferqa rêveberiya desthilata îro ji rêveberiya faşîst a darbeya 12’ê Îlonê nîne û îro jî Kurd û hebûna xwe tên înkarkirin û ew ê li dijî rêveberiya faşîst têbikoşin.

Dayika girtî, Hanim Sever jî axivî û wiha got: “Em cejna girtiyên xwe pîroz dikin. Ji bo me tu maneya cejnê tune ye. Me nikaribû em bi girtiyên xwe re biaxivin jî. Dixwazin mafên me yên heyî jî ji destê me bigirin. Heta zarokên me bên berdan em ê li ber xwe bidin û li kolanan bin. Bila dawî li tecrîda li girtîgehan were. Em vê zilm û neheqiyê qebûl nakin.”

Xizma girtî Medîne Kaymaz jî got: “Em bi xemgînî cejnan pêşwazî û derbas dikin. Em bêzarokên xwe cejnan pêşwazî dikin. Sebebê vê yekê dewlet e.”