'Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, têkoşîna me wê dewam bike'

Nobeda Edaletê ya wekîlên HDP'yî mehek li pey xwe hişt. Wekîlê HDP'î Saît Dede got, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'yî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin, di roja 30'emîn de ye. Parlamenter Kemal Pekoz, Mûazzez Orhan, Şevîn Coşkûn, Feleknas Ûca, Omer Ocalan, Abdullah Koç, Kemal Bulbul, Erol Katircioglû, Serpîl Kemalbay, Saît Dede, Mûrat Çepnî, Ayşe Surucu û Nûran Îmîr tevlî çalakiya îro bûn.

Parlamenter Saît Dede di çalakiya îro de axivî û got, "Meheke em bang li desthilatdariyê dikin ku li gorî qanûnan tevbigere. Her gavê dibêjin ku Tirkiye dewleteke hiqûqî ye, di her gotinê de dibêjin Tirkiye bi qanûnan tê birêvebirin, lê belê desthilatdarî û Wezareta Edaletê van qanûnan bi cih nîne. Eger qanûn neyên bicihanîn wê demê wê mafê mirovan çawa bê parastin? Mijareke din jî ew e; gelo her kes li pêşberî qanûnan ne wekhev e? Qanûn ji bo her kesî ne divê bi heman rengî be? Lê mixabin em dibînin ku rewş ne bi vî rengî ye. Eger ne bi vî rengî be hingî çima li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran heye ku mînaka wê li devereke din nîne? Li gorî kîjan qanûnî ev tecrîd tê meşandin?

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E'

Divê her kes li ser bifikire. Nêzî 22 meh in agahî ji wan mirovan nayê girtin ku di bin çavdêriya dewletê de ne. Malbat, xizm, parêzer nikarin wan bibînin, nayê zanîn bê rewşa wan çiye. Ev mirov di bin çavdêriya dewletê de ne. Ev yek di vê sedsalê de ne ya qebûlkirinê ye. Em ji vir bang li raya giştî dikin. Li Tirkiyeyê çavkaniya pirsgirêkan hemûyan ev tecrîd û bêhiqûqî ye. Eşkere ye ku yekane rêya çareseriya hemû pirsgirêkan diyalog e. Bêyî diyalog û danûstandinan aştî ti carî nayê vî welatî. Birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya gelan perspektîfa çareseriyê pêşkêş kir, her gavê anî ziman ku ji bo aştiyê amade ye. Lê mixabin şerxwazan bi tecrîdê bersiv dan vê helwesta Birêz Ocalan."

'HETA KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN'

Parlamenter Saît Dede destnîşan kir ku eger li Tirkiyeyê wê siyaseta demokratîk bê kirin, divê tecrîd bê rakirin û got, "Tecrîd li tevahiya welêt hate belavkirin. Lewma heta bidawîbûna vê tecrîdê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku ev tecrîd bidawî nebe ne edalet ne jî maf û hiqûq li Tirkiyeyê bi cih nabe. Ji ber ku çavkanî diyar e, pirsgirêk diyar e, muxatab diyar e. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe em ê têbikoşin."