Herekol: Erdoğan ber bi têkçûnê ve dibeze

Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê Kawende Herekol diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdoğan bi dagirkeriya li ser Efrînê re ber bi têkçûnê ve dibeze.

Kawende Herekol a ku yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê ye ji Radyoa Dengê Welat re axivî û Cejna Newrozê û berxwedana Efrînê nirxand.

BERXWEDANA LI HEMBERÎ ZILMA DEHAQ

Herekol têkildarî Newroza îsal axivî û got, “Beriya her tiştî ez Newroza 2018’an de li Rêber Apo pîroz dikim ê ku ligel tecrîdeke giran dev ji berxwedana xwe bernade û li her derê giyan dide berxwedanê, li rêhevalên li zindanan li ber xwe didin û li gelê me pîroz dikim ê ku her roj li qadan li ber xwe dide.”

Herekol axaftina xwe wisa domand: “Newroz berxwedana li hemberî zilma Dehaq e. Newroz têkoşîna azadiyê ye û di hişê civakî de bi vî awayî maye. Yek ji tevger û gelê ku wateyeke girîng dide Newroza me jî ya me ye. Di heman demê de di şexsê heval Mazlûm Doğan de ev tişt bûye dîrok û Kurdan êdî slogana ‘Berxwedan Jiyan e’ ji xwe re kirine felsefe. Li ser vî esasî tevgera Apoyî jî di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Doğan de şênbertir bûye û ev çand îro li her derê dijî. Em bi giyanê Sara, Delal, li Kobanê bi giyanê Arînê, li Efrînê bi giyanê Avesta, Barîn, Îlam û Polatan didomînin.”

ASTA ÊRÎŞAN ÇI DIBE BILA BIBE…

Herekol nirxandinên xwe wisa domand: “ Di têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê de, gelê me her dem li ser biryara xwe ye. Jiyaneke azad jî ew ê bi Rêber Apo re pêk were. Ev tişt ne bi tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye, ji bo her çar parçeyan jî wisa ye. Asta êrîşan çi dibe bila bibe, ew ê ji biryara xwe venegerin. Ev biryardarî di berxwedana Efrînê de jî derketiye holê. Di berxwedana Efrînê de giyanekî nû derket holê. Ev ne bi tenê li Rojhilata Navîn li Ewrûpayê jî êdî xwe dide der. Gelê me yê li Ewrûpayê her roj li qadan û kolanan xwedî li berxwedana Efrînê derdikevin.

ERDOĞAN BER BI TÊKÇÛNÊ VE DIBEZE

Herekol diyar kir ku Erdoğan bi dagirkeriya li ser Efrînê re ber bi têkçûnê ve dibeze û got, “Di şexsê Efrînê de destanek tê nivîsandin. Ev berxwedan du mehan wisa domiya û ew ê êdî bi tarzê gerîla bidome. Vê berxwedana nû ew ê bibe kabûsa Tirkiyeyê. Dibe ku hin hêz çavên xwe ji dagirkeriya Erdoğan re digirin lê Erdoğan ber bi têkçûnê ve dibeze. Erdoğan dît ku di salên 2016-2017’an de li hemberî gerîlayan têk çû, îcar jî xwest bi dagirkeriya Efrînê re bi ser bikeve, ji ber vê jî êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Erdoğan bi hêza balefir û teknîkê êrîşî Efrînê kir. Heke ev tişt nebûna ew ê nikaribûya li Efrînê şer bikira. Dewlet 34 sal in li hemberî berxwedana gerîlayan hêza teknîkî bi kar tîne lê gerîla vê teknîkê bi metodên xwe pûç dike. Erê, Tirkiye ket Efrînê lê ew ê çawa derkeve? Ji ber ku li wê derê jî êdî bi tarzê gerîla şer tê kirin.”

Herekol bang kir ku divê gelê me di her warî de karibe xwe biparêze û tevdîrên xwe bigire û got, “Ji ber ku berxwedana gelan mirov nikare qisûrekê bibîne lê divê ev berxwedan xurttir bibe û Kurd li her qadê xwe birêxistin bikin.”