Heke xwedî li sindoqan were derketin, AKP ew ê têk biçe!

Di vê serdemê de AKP li ber sikratê ye û girîngiya parastina sindoqan jî zêde dibe. Siyasetmedar û hilbijêran bang kirin ku heta kêlika dawîn bila xwedî li deng û sindoqan were derketin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibê hilbijartina serokkomariyê û ya hilbijartinên giştî heye. Her kes diyar dike ku AKP û MHP ew ê dengan bidizin. Di vê serdemê de eniya mûxalefetê jî bang dike ku divê xwedî li sindoqan were derketin. Tê diyarkirin ku heke xwedî li dengan were derketin ew ê desthilatdarî têk biçe.

TURK: DIVÊ EM BALDAR BIN

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku li şûna qeyyûm hatibû wezîfedarkirin got ku, “Parastina dengan têr nake. Divê xwedî li sindoqan jî were derketin. Di warê sindoqan de divê em baldar bin. Heta dawiyê divê em li ser sindoqan bin û li lijneyên hilbijartinê heta ku hilbijartin biqede, divê em encaman bişopînin.

OZDEMÎR: XWEDÎDERKETINA LI DENGÊN HDP’Ê TÊ WATEYA PÊKANÎNA AZADIYÊ

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr bang li gel kir ku bila xwedî li sindoqan derkevin. Ozdemîr got ku, “ Ev serdem tê wateya pêkanîna azadî û demokrasiyê. Tekane hêviya vê pêvajoyê HDP ye. Xwedîderketina li dengên HDP’ê tê wateya hêviya azadiya gelan.”

NAMZETÊN STENBOLÊ: HETA DEQÎQEYA DAWÎN

Namzetên parlementeriyê yên Stenbolê jî bang li hilbijêran kir. Namzet Mûsa Pîroglû, Mûstava Avci, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglû, Dilşat Canbaz jî gotin ku, “Di 24’ê Hezîranê de divê em hemû baldar bin. Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin û heta deqîqeya dawîn xwedî li sindoqan derkevin. Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve.”