Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Heke em bibin yek deng wê tecrîd were şikandin

Berxwedêrên ku ji bo tecrîda li ser Ocalan were şikandin li ber PE'yê çalakiya rûniştinê kirin bang kirin ku berxwedan were geşkirin.

Çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ber Parlamentoya Ewropayê di heftiya çaran de didome. Kurdistaniyên ku gotin, 'heke em bibin yek deng wê tecrîd bişike'' bi rêya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bang kirin ku berxwedan were geşkirin.

Erkan Aslan ku ji Toulouse ya Fransayê tevlî çalakiyê bûyî, diyar kir, heta ku tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe wê çalakiyên Kurdan berdewam bin û got, ''Heke Rêbertî ne azad be tu jî ne azad î''. Aslan got, ''Heke em bibin yek deng wê tecrîd bişike û Rêbertiya me jî azad bibe.''

Çalakger Selahattîn Kurt ku ji Oldenbûrgê ya Elmanyayê tevlî çalakiyê bûyî, li ser bêdengiya Ewropayê got, Ewropa li bara nirxê xwe jî dirû ye û ji bo vê jî li dijî tecrîdê bêdeng e. Kurt got, ''Xeta me ya sor tendiristî, ewlehiya Rêberê me ye û vekirina rê ya li diyologê ya bi gelê xwe re ye.''

Serhat Ergîn ê Rojavayî jî diyar kir ji bo ku bêdengiya saziyên Ewropayê şermezar bike û dengê hevalên xwe bide bihîstin tevlî çalaikyê bûye, bang li jinên Kurd kir û got, ''Ez dixwazim hemû jinên Kurd wê şeref û anora ku bibin hevrêya Leyla Guven bijîn û pêşengiyê ji çalakiyê re bikin.''

Pervîn Muhammedî ya Elmanya hatî û ji Rojhilatê Kurdistanê ye, got, ''Daxwaza berxwedanê ya hemû Kurdan e. Divê hemû Kurd tevlî vê berxwedanê bibin. Heke em nebin dengê berxwedêran, em berxwedanê geş nekin wê çareserî nebe.''

Perîxan Akçelîk a ku ji Viyana ya Avûstûryayê tevlî çalakiyê bûyî got, ''Heke tecrîd bişike em ê bikaribin li welatê xwe vegerin. Ez saziyên Ewropayê şermezar dikim. Ji bilî berxwedanê ti rêyeke dî li ber me tine.''

Sedat Sevîndîr ku ji Rennesê ya Fransayê tevlî çalakiyê bûyî, got, ''Banga me li hemû gelê me ev e. Em hatine vê qonaxê, ji bilî berxwedanê ti qonaxeke me ya dî ya çareseriyê tine.''

Kadîr Yilmaz jî yê ku ji Bordeaux a Fransayê tevlî çalakiyê bûyî, got heke her kes li kuçeyan dengê xwe derxîne ev berxwedan wê bi ser bikeve, bal kişande ser greva birçîbûnê ya li zindanan û got,''Heke ew di nav wan şertên dijwar de li ber xwe dini, em ên li derve jî divê em bibin dengê wan û xwe bidin ber vê berxwedanê.''

Herî dawî Bulent Bezîrganoglu jî got, bi bêdengiya saziyên Ewropayê komplo hatiye vê rewşê û îro rewş hatiye ser 'tecrîda girankirî''. Bezîrganoglu got ew vê tecrîdê qebûl nakin û got, ''Gelê Kurd bi berxwedanê wê vê bêdengiyê bişkîne.''