Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Serxwebûn bi hejmara taybet derket: 44 salan 480 hejmar, 36 hejmarên taybet

Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya taybet de cih da nivîseke ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan ku beriya niha qet nehatiye weşandin.

Rojnameya Serxwebûnê vê mehê du hejmarên cuda bi hev re çap kir. Hejmara Taybet bi sernavê 'Serxwebûn 44 salî ye" û Hejmara 480'ê ya meha Kanûnê jî bi sernavê "Serketiyê sala 2021'ê gerîlayên bi ruhê fedayî yê Apoyî ye" hatin weşandin.

Nivîsa ji 10 salan a ji damezrînerên PKK'ê şehîd Mazlûm Dogan beriya 45 salan nivîsî û li cihekî din heta niha nehatiye weşandin, bi sernavê "Çima pêwîstiya Tevgera Azadiyê bi organek weşanê ya îdeolojîk heye" di hejmara taybet a Serxwebûnê de yekemcar hate weşandin.

Di nivîsa Mazlûm Dogan de wiha hate gotin, "Ji ber ku heta niha têkoşîneke rasteqîn a şoreşger û rizgariyê nebû, li Kurdistanê weşaneke bi vî rengî tune bû. Lê belê me rêya xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna şoreşgerî dan ber xwe. Di şert û mercên hatine guhertin de em neçar in ku li her qadê şêweyê têkoşînê û hevkariyê biafirînin. Lewma ji bo bicihanîna van wezîfeyan pêwîstî bi weşanekê heye."

Rojnameya Serxwebûnê di Cotmeha 1978'an de bi Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) yekemcar dest bi weşanê kir û ji Çileya 1982'an û pê ve 40 salan bênavber weşangeriya xwe dewam kir.

Serxwebûn ku di heman demê de weşanxaneyek bû, di nava 40 salî de 480 hejmar, di her hejmarê de jî nirxandin, analîz û bîranînên cuda weşand... Zêdeyî 200 pirtûk, gelek analîz, pirtûkên bîranîna gerîla, 15 albûmên şehîdan ên ji hezaran rûpelî, 34 hejmarên taybet û her sal jî salname ji aliyê weşanxaneya Serxwebûnê ve hatin çapkirin.

Serxwebûnê di heman demê de ji Nîsana 1983'an û pê ve rojnameyek bi navê Berxwedan jî weşand. Berxwedan ku destpêkê ne bi rêk û pêk hate weşandin, ji sala 1987'an û pê ve mehane hate weşandin û di sala 1995'an de dawî li weşanê anî.

Bi giştî 12 xebatkarên rojnameya Serxwebûnê şehîd bûn.

Rojnameya Serxwebûnê ji navnîşana Serxwebûn înfo dikare bê şopandin.