Hejmara mirovên li Edeneyê hatin destgîrkirin bû 35 kes

Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî de herî kêm 35 kes hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi hinceta lêpirsînek li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê der barê 38 kesan biryara destgîrkirinê da. Di çarçoveya lêpirsînê de, polîsan avêtin ser Navenda Çandê ya Binevş, li Edene, Mersîn û Amedê jî avêtin ser gelek deveran. Hate ragihandin ku di dema serdegirtinê de polîsan deriyên malan şikandine û li mirovên li malan xistine.

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN

Kesên ku di serdegirtinan de hatin destgîrkirin wiha ne:

"Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Abdûrrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP'ê yên Çûkûrovayê Şîlan Tûrga û Enver Guler, Alîkara Şaredarê Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Navenda Çandê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Sûat Ekîn û Jiyan Savci, rêveberê HDP'ê yê Edeneyê Ahmet Akdogan, endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mazlûm Gok, aktîvîsta TJA'yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsûm Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay Dîlan Yîgît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan û 2 kesên navê wan nehate hînbûn."

Lêgerîna li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê bi dawî bû û li odeya şaredariyê ya Alîkara Şaredar Fûnda Bûyrûk lêgerîn hate kirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê. Yek ji kesên ku der barê wan de birayra destgîrkirinê heye, aktîvîsta TJA'yê Zana Çoban e. Li Mersînê avêtin ser mala malbata Çoban.

Li Mersînê tevî ku Nafiye Çoban û Zana Çoban ne li malê bûn avêtin ser malên wan. hate ragihandin ku polîsan heqaret li kesên li malê kirine.