Hejmara meha Adarê ya kovara Yûrtsever Gençlîk derket

Hejmara nû ya kovara Yûrtsever Gençlîk derket.

Kovara Ciwanan a Yûrtsever Gençlîk kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.

Di daxuyaniya kovarê de ev tişt hate diyarkirin: “Kovara me ya Yûrtsever Gençlîk bi hejmarek taybet a Newrozê bi şîara  50’emîn Newroza Rêber Apo serkeftina cenga azadiyê ye peşberî we ye. Di vê hejmara taybet a Newrozê de gelek nivîsên Newrozî ji aliye pênûsên ciwan ve  hatiye amade kirin. Bi taybetî serpêhatiyên bi Rêber Apo re hatiye parvekirin weke çîrûska agirê Newrozê wê dilan germ bike, mejiyan ronî bike. Di vê hejmarê de nirxandinên Rêber Apo ya li ser Newrozê û Hefteya Qehremaniya Netewî, nivîsa 8’ê Adarê ya li ser tekoşîna jinên ciwan, portreya şehîdê Newrozê ya Kemal Kurkut sernivîsên girîng ya vê hejmara kovara me ye.

Her wiha di perspektîfa jinên ciwan û ciwanan de bi rihê Newroza Rêbertî nexşereya tarzê serfiraziyê hatiye raberkirin.

Ji ser van lînkan dikarî hejmara nû ya kovarê were bidestxistin

– https://issuu.com/yurtsevergenc/

 https://komalen-ciwan.com/

– https://www.yumpu.com/

– [email protected]

– https://t.me/yurtsevergenclik