Hejmara 476'an a Serxwebûnê gihîşt ber destê xwendevanan

Hejmara meha Tebaxê ya rojnameya Serxwebûnê bi vî sernavê derket: Di sala 38'an a 15'ê Tebaxê de em bi ruhê berxwedana Avaşîn-Zap-Metînayê ber bi serketinê ve dimeşin.

Hejmara 476'an a Serxwebûnê ku beşeke girîng ji salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê re hatiye veqetandin, gihîşte ber destê xwendevanan.

Di hejmara vê mehê ya rojnameya Serxwebûnê de salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê di nirxandina Komîteya Navendî ya PKK'ê de bi berfirehî hate nirxandin. Komîteyê bûyerên dawî yên siyasî û taybetmendiyên pêvajoya heyî ya têkoşînê bi berfirehî nirxand.

Di nivîsê de hate destnîşankirin ku rêya serketina têkoşînê ya dema bê bi gerîlabûn û partîbûna rast a li ser xeta Apoyî ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan jî nivîsa xwe ya vê mehê ji salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê re veqetand. Kalkan destnîşan kir ku di sala 38'an a têkoşînê de armanca wan hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ye û got, "Li ser bingeha misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, demokratîkbûna Kurdistan û Rojhilata Navîn wê pêk were."

Nivîsa nirxandina siyasî ya hejmara meha Tebaxê ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ve hate nivîsandin. Karasû anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku dixwaze qirkirina Kurdan temam bike, di rewşa heyî de zemîna xwe ya siyasî û civakî gelekî lawaz bûye.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek jî bi sernavê "Xwebûn û hebûn tenê bi xweparastinê pêkan e" bi Kurdî li ser mijara xweparastinê nivîsî. Engîzek êrişên dema dawî yên li dijî Kurdan bi taybetî jî li dijî jinan nirxand û işaret bi girîngiya rêxistiniya xweparastinê kir.

Cîhan Eren jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Em şerê qirêj ê MÎT'ê bi hişmendiya welatparêziyê û têkoşînê têk bibin" rêbaz û taktîkên şerê taybet ê dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd nirxand.

Li bergê paşî yê rojnameyê jî nivîsa bîranînê ya hevrêyên gerîlaya YJA Starê Ararat Zerzan (Bêrîvan Onal) hate weşandin.