Heftanîn, Mexmûr, Şengal û Rojava perçeyek pilana Lozanê ye

Dewleta Tirk wer pilan dike ku him Êzidiyên li Şengalê him jî xaka rojava, Maxmûr û tevahî Kurdan qir bike û him jî dixwaze Kurdan di sedsala 21. an de bê statû bihêle. Ev pilan êrîşên li ser herema Heftanînê û di Fermana 3’ê Tebaxê de xwe dide der.

Di sala 1923’an de Kurdistan bi peymana Lozanê hat perçe kirin, dîsa bi pêşengiya Îsmet Înonu pilana Şark-i Islahat li Tirkiyê û li ser Kurdan hat amadekirin û hat birêvebirin, di sala 2015’an de pilana ‘Çung Danînê’, ji bo qirkirina tevgera PKK’ê û li beramberê gelê Kurd hate amadekirin, Ambargoya li ser Mexmurê, dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê, pilana li ser herema Heftanînê û tecrîda li îmraliyê heman konsept e. Gerîlayên PKK’ê li herema Heftaninê û bi berxwedana xwe pilanên li Enqerê pûç dikin. Hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo sînorên dagirkirinê berfireh bike, hêzên PDK-YNK’ê jî dixwaze ber bi xwe ve bikşîne. Dewleta Tirk tiştên ku li ser herema Heftanînê pilan dikir, pêş neket. Di vê pilanê de herema tampon heye. Heger ev herema tampon çê bibe wê di pilana duyemîn de hindek hêzên cuda li hember tevgera PKK’ê sor bikin. Ev pilana Erdogan ya veşartî li Kerkûkê û li Şeladizê hewil didin ava bikin, him di operasyona Heftanînê de derbe xwarin him jî, gerîlayên PKK’ê ev hesab xira kirin, her çiqas dewleta Tirk bi êrîşen xwe di pilana ‘Çung Danînê’ de israr bike jî. Ev pilan bi qetilkirina jin û zarokan û her deverê Kurdistanê bombekirinê didome. Dîsa Hikûmeta AKP’ê bi destê PDK’ê û bi ambargoyê hewil dide gele Mexmûrê û nasnameya wê ya siyasî tune bike. Şer û êrîşên hikûmeta AKP’ê him li Rojava, him li Başûrê Kurdistanê û him jî di qirkirina Êzîdiyan de diyar dibe. Ev êrîş û konsept li hember netewa Kurdan û perçeyek pilana hevpeymana perçekirina Kurdistanê û hevpeymana Lozanê ye.

CIVAKA ÊZIDÎ NEHATE PARASTIN

Wexta ku 3’yê Tebaxê nêz dibû DAÎŞ’ê Mûusil girtibû. Çeteyên DAÎŞ’ê him berê xwe didan Sûriyê him jî ber bi navenda Şengalê ve diçûn. Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo xaka Başûr di bin gefên DAÎŞ’ê de nemînin pêşniyara tevahî parastina xaka Başûr dikir. Lê desthilatdariya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ev pêşniyar pêk neanîn. Him li ser Şengalê him li ser Sûriyê her ku diçû teror û gefên DAÎŞ’ê li heremê berfireh dibû. Di 3’ê Tebaxê 2014’an de qirkirina Êzîdiyan destpê kir. Bi sedan Pêşmergeyên PDK’ê Şengal di nav lapên DAÎŞ’ê de hişt. Di vê komkûjî û fermanê de bi hezaran jin, zarok û kal hatin kuştin û hatin qetilkirin. Heger Kurdan û partiyên siyasî nakokiyên di navbera xwe de çareser bikirana, wê li ser civaka Êzîdî komkujiya 3’yê Tebaxê pêk nehatiba.

12 GERÎLAYÊN PKK’Ê TERORA DAÎŞ’Ê SEKINAND’

Piştî ku Pêşmergeyên PDK’ê parastina gelê Êzîdî nekirin, 12 gerîlayên PKK’ê ji bo gelê Êzîdî biparêzin ber bi çiyayê Şengalê ve çûn. Di qada navnetewî û di reya giştî de diyar dibû ku Pêşmergeyên PDK’ê Şengal neparastin û gelê Êzîdî bi qirkirinê re rû bi rû hate hiştin. Êzîdiyên ku para xwe ji vê komkûjî yê digirtin fermana 73’an bi nav dikirin û wiha digotin: ‘‘Hikûmeta Başûr û Pêşmergeyên bi ser PDK’ê ve parastina me nekirin û xiyanet li me kirin.’’ Rexmê ku partiyên Başûrê Kurdistanê ev metirsî û tehlûkeyan li ser Êzîdiyan dîtin, ne Şengal parastin û ne jî li hember terora DAÎŞ’ê şer kirin. Parçebûna Kurdan di fermana 3’ê Tebaxê de şênber bibû.

KORÎDOR HATE VEKIRIN

Bi hezaran Êzîdiyên ku ji ber qirkirinê direviyan li çiyayên Şengalê bi cih dibûn. Hêzên HPG û YJA-Star, YPG û YPJ korîdora di navbera Rojava û Şengalê vekirin. Li gund û heremên ku DAÎŞ’ê êrîş dikir bi sedan Êzîdî dihat qetilkirin. Bi taybetî li gundê Koço û di heman malbatê de bi dehan kes bi hev re hatin kuştin. Ev gund û heremên ku DAÎŞ’ê talan dikir, êrîş dikir ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve berxwedanî dihat raber kirin. Di vê komkujî û fermanê de bi sedan jinên Êzîdî hatin revandin û di sûk û kolanan de hatin firotin. Piştî berxwedaniya salekî û di 20’ê Çileya 2014’an de û di navenda Şengalê de her ku diçû şer û pevçûn dijwartir dibû. Di vê dîrokê de 3 tax ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de pêngava ku gerîlayên PKK’ê li hember DAÎŞ’ê da bû destpêkirin Şengal bi temamî hate rizgarkirin. Ev berxwedanî roj bi roj, mal bi mal, kolan bi kolan, ji terora DAÎŞ’ê hat paqijkirin. Şengal ji terora DAÎŞ’ê hat rizgarkirin.

DEWLETA TIRK ŞIRÎKÊ FERMANÊ YE

Rûxmê ku gerîlayên PKK’ê li hember terora DAÎŞ’ê sekinin û parastina gelÊ Êzîdî kirin ev berxwedan û ev lehengiya gerîlayan ji aliyê partiya PDK ve nehate dîtin. Wextê êrîşên çeteyan li ser Êzîdiyan çê dibûn Pêşmergeyên PDK’ê him parastina Êzîdiyan nekirin him jî di çapemeniya PDK’ê de weke ku Pêşmergeyan Şengal rizgar kiriye nepixandin û ragihandin. Ev êrîş û plana DAÎŞ’ê bi nûnertiya Erebistana Siûdî, Tirkiye, Qeter û hindek hêzên heremî û navnetewî hat eşkerekirin ev plana DAÎŞ’ê li Ammanê û di civînekê de ev plan şênber dibû. Êzîdiyên ku bêparastin mabûn biryara xwe rexistin kirin û biryara parastina Şengalê didan. Êzîdiyên ku her tim bi qirkirin û komkûjiyan re rû bi rû mabûn hêza cewherî pêşdixistin, hêzên YPŞ û YJŞ hatin avakirin. Ji bo qirkirina li ser Êzîdiyan di qada navnetewî de bê naskirin nîqaş û gotûbêj çê dibûn. Ji bo Xweseriya Şengalê bê naskirin ji bo êzîdiyên ku ji aliye DAÎŞ’ê ve hatebûn revandin daxwaz û tekoşîna wê di reya giştî de berdewam dike. Piştî fermana 3’ê Tebaxê jî êrîş û pîlangeriya li ser Şengalê hat birêvebirin. Dewleta Tirk û terora DAÎŞ’ê bi vê qirkirin û jenosîdê hevkar û şirîkê hev in.

ARMANC KONTROLKIRINA HERÊMÊ BÛ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtineki xwe de diyar kiribû ku tola Ezîdiyan mezin hat girtin. Terora DAÎŞ’ê ya ku hewil dida gelê Êzidî û gelê heremê qir bike, şervanên Kurd li Reqa, li Kerkûk, li Şengal, li Dêra Zor û li Minbicê derbeyên mezin li terora DAÎŞ’ê xistin. Hevkarên terora DAÎŞ’ê, hesabên ku li ser axa Sûriye, li ser axa Iraqê û li ser Kurdan dikir, pêk nehat. Di 15’ê Tebaxa 2018’an de qetilkirina Endamê Koordinasyona Civaka Êzidiyan Zekî Şengalî, Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî jî bi plana dewleta Tirk hat hedef kirin. Êzîdiyan ku trajediyekî mezin bi serê wan hatin, çareserî di parastin û di xwerêvebirinê de dîtin. Komkûji û fermana 3’ê Tebaxê ne tenê plana li ser civaka Êzîdî û Şengalê bû. Hinek hêzên navnetewî û hinek hêzên ku piştgiriya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê dikirin, kontrolkirina tevahî heremê û qirkirina Kurdan bû.

XWESERÎ Û STATÛYA ŞENGAL

Dîsa dewleta Tirk çawa ku êriîşê heremên Rojava dike, di heman demê de hikûmeta AKP-MHP’ê bi hêzên heremê re dagirkirin û belavkirina civaka Êzidiyan jî dike, armanca xwe.

Bi hezaran Êzîdiyên ku hatin kuştin û hatin revandin aqûbeta wan nehat eşkere kirin, bi sedan Êzîdiyên ku xizmên wan û malbatên wan di vî komkujyê de ku gorên wan hene nehat ispatkirin, Êzidiyên ku li seranserê cîhanê belav bune, niha vedigerin Şengalê, him dixwazin statûya Şengalê bê nas kirin, him jî dixwazin, qirkirina 3’ê Tebaxê di qada navnetewi bê nas kirin, Êzidiyên ku li Şengalê bi encama terora DAÎŞ’ê li her deverê cihanê koçber û penaber bibûn, piştî fermanê xwe bi rêxistin dikin, hêza xwe ya parastinê çêkirin, êdî civaka Êzidiyan statûya Xweseriya Demokratîk ya xwebirêvebirinê daxwaz dikin.