'Hedefa dewleta Tirk ne tenê gerîla ye, hedef Kurd hemû ne'

Gundiyan nerazîbûn nîşanî kuştina Tahir, Mecît û Remezan Mihemed dan û gotin, hedefa dewleta Tirk ne tenê gerîla ye, Kurd hemû ye.

Balafirên şer ên artêş Tirk li ser sînorê Geverê li nêzî gundê Nerwe Sito 3 birayên bi navê Tahir, Macît û Remezan kuştibûn. Xizmên her sê birayan xwestibûn biçin herêmê ji bo rakirina cenazeyan, lê belê ji ber êrîşên bi hawan û obusan ên artêşa Tirk nekarîbûn biçin.

 

 

Gundiyan bi tenê cenazeyê yekî ji wan dîtibûn û 15'ê Nîsanê ji bo ku cenazeyê her du birayên din bibînin berê xwe dan herêmê. Gelê Şêladizê ji bo rakirina cenazeyên her sê birayan hatin Geliyê Balindê. Ji bo rakirina cenazeyan  3 ambûlans hatibû, lê belê destûr hate dayin ku cenazeyê 3 birayan bixin ambûlanseke tenê.

EV DER CIH Û WARÊ ME YE

Gundiyên ku cenazeyên her sê birayan pêşwazî kirin, li ser komkujiyê ji ajansa me re axivîn. Gundiyan gotin, "Divê dewleta Tirk dawî li van êrîşên xwe bîne. Ev der cih û warê me ye. Dema ku em herin wan deran, em ne mecbûr in destûrê ji kesî bistînin."

Li ser pirsa me ya ku 'dewleta Tirk dibêje li vê derê gerîla hene, ji ber vê em operasyonan dikin' welatiyan gotin, "Li vê derê me gerîla nedîtine. Gerîla ne li vê derê, li wî aliyê din ê sînor çalakiyan li dar dixin."

DIVÊ HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYÊ BÊDENG NEMÎNE

Gundiyê bi navê Rizgar got, "Ev hemû hincet in. Hedefa dewleta Tirk ne gerîla ye, dewleta Tirk dixwaze hemû  Kurdan bikuje. Dewleta Tirk salek berê jî li sêgoşeya Avaşîn, Basya û Geliyê Balindê komkujî kiribû."

Gundiyekî kal jî got,"Ji bo dewleta Tirk PKK an jî Kurdekî din ferq nake. Ev der axa me ye, kêşeyên me bi kesî re tune ye. Berpirsyarê van pirsên we hikumeta Başûrê Kurdistanê ye. Divê ew eleqedar bibin."

Gundiyên ku me guh da wan, hemû diyar dikin ku divê ti kes li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin û di serî de Hikumeta Başûrê Kurdistanê divê nerazîbûnê li hemberî vê komkujiyê diyar bikin.

Gundiyên li herêmê balê dikşînin ser vî tiştî ku divê Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî van komkujiyan dengê xwe bilind bike.

Gundiyekî din bi bîr xist ku ev roj, salvegera Enfalê ye û got, "Bi van êrîşên dewleta Tirk re em dibînin ku Enfal bi dawî nebûye û Enfal hê jî didome."