HDP û HDK'ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî

HDP'ê û HDK'ê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan di salvegera 49'an a darvekirina wan de bi bîr anîn.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê got, 6'ê Gulana 1972'an ''di şexsê Denîz, Huseyîn û Yusufan da hatiye xwestin ku daxwaza wekhevî, azadî û şoreşê ya gelên Tirkiyê were darvekirin.''

HDP'ê her wiha got, ''Xetîreya azadiyê ku Denîz, Mahîr, Mazlûm, Îboyan vêxistî rêya her kesî, ya me hemûyan ronî dike.''

HDP'ê diyar kir nav têkoşîna wan wê di hiş û dilê gelên Tirkiyê de bijî û got, ''Em ê li mîrateya wan xwedî derkevin, ji bo jiyana wekhev û azad ku gelên Tirkiyê heq kirine biafirînin em ê têkoşînê geş bikin.''

Lijneya Rêveber a HDK'ê darvekirina sê şoreşgean bi bîr anî û got, ''Wan di tarîtiyê de bi gotina, ''Bijî têkoşîna serxwebûnê ya gelên Tirk û Kurd'', ''Bijî karker û gundî'', ''Bijî şoreşger'' jiyana xwe feda kirin. Ên ku li ser rêya ku wan vekirî dewam kirin, di her dema tarî de bi van gotinan rêya xwe rast kirin. Li gel dema ku di ser re çûyî jî, di dilê ciwanan û gelê me yê çewisandî de û di hişê wan de dijîn.''