HDP: Pêwîstiya xwendekaran a stargehan bi cih bînin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştgirî da kampanya 'em nikarin xwe bistirînin' a xwendekaran û xwest, tavilê bersiv ji daxwaza stargehê ya xwendekaran re bê dayin.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Komîsyona Polîtîkayên Ziman, Çand, Huner, Spor û Perwerdeyê Salîm Kaplan bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser pirsgirêkên li sîstema perwerdeyê û daxwaza stargehê ya xwendekaran bi bîr xist.

Daxuyanî wiha ye:

"Pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê yek ji wan qadan e ku herî zêde ketiye bin bandora krîza mezin û bingehîn a îdarî ya desthilatdariyê. Bloka AKP-MHP’ê, ku hewl dide pergala aboriyê, jiyana civakî, xweza, dadgerî û siyasetê li gor xeta xwe ya îdeolojîk saz bike. Di encama destwerdanên li ser pergala perwerdehiyê de pergala perwerdehiyê xisareke mezin dîtiye û bûye wek giloka pirsgirêkan.

Desthilatî heta niha gelek çavkaniyan dabîn dike ji bo terîqetan û dixwaze xwendekar mecbûr bimînin ku biçin wargehên terîqeta. Pirsgirêka stargehan a xwendekaran tenê bi krîza aborî re têkildar nîne. Desthilatdariya ku li her deverê qesr û serayan bi milyon dolaran ava dike û herî dawî li Amerîkayê bi 291 milyon dolarî Xaniyê Tirkan ava kiriye, dikaribû bi van pereyan sedan wargehên xwendekaran jî ava bike. 

Di xaniyên 1+1 de, ku bi gelemperî ji bo kirêkirina xwendekaran hatine çêkirin, bi destê şîrketan ve li ser bihayeke diyarkirî ber bi tekedestîbûnê ve diçe û ev xanî ji xwendekaran re ji bihayê wan zêdetir tên kirêkirin. Ji ber krîza aborî, bilindbûna bihayê wan ên ku pêşiyê nayê sitandin xaniyên mayî jî bi bihayên bilind tên kirêkirin û ev rewş dibe sedem ku xwendekar ji mafê stargehê bêpar bimînin, ku ev maf ji mafê herî giring ê mirovî ye.

Ji ber ku hikûmet bi tu prensîbên dewleta civakî tevnagere û yên heyî jî xera dike û dewletê wekî şîrketekê bi rê ve dibe û berjewendiyên şîrketan diparêze, şert û mercên jiyana xwendekaran her roj diçe dijwartir dibe. 

Di serî de ji bo mafê stargehê, tu xemên hikûmetê nîne ku mafê xwendekar perwerdehiya bi zimanê dayikê li zanîngeheke demokratîk û xweser bigihîne standardê navneteweyî. Yek ji mezintirîn planên wan ên stratejîk ew e ku qada perwerdehiyê biguherînin û bikin qada xwe ya îdeolojîk û hegemoniya çandî ya ku bi salan e dixwazin saz bikin. 

Ciwanên xwendekar xwediyê kevneşopiyeke mezin a berxwedanê ye, lê mixabin ew ciwan îro li welatê xwe bêwargeh hatine hiştin. Em wek HDP, piştgiriyê didin daxwaza stargehê ya xwendekaran. Û em bangî hemû partiyên siyasî dikin da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran hewl bidin."