HDP: Neçareserî dibe sedema mezinbûna nijadperestiyê
HDP'ê bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek da û diya rkir, "Neafirandina çareseriyên mayinde dibe sedema zêdebûna cihêkarî û nijadperestiyê."
HDP'ê bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek da û diya rkir, "Neafirandina çareseriyên mayinde dibe sedema zêdebûna cihêkarî û nijadperestiyê."
Hevberdevka Komîsyona Penaberan û Koçberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sala 2020'an li cîhanê bi milyonan penaber dûrî mala xwe di pêvajoya şewbê de bi tenê hatine hiştin û di nava pirsgirêkên mezin de ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, li cîhanê nijadperestî, neteweperestî, sûcên nefretê zêde bûye, êrişên şexsî zêde bûne û ji bo vê jî polîtîkaya li DYE'yê ya li dijî reşikan weke mînak hate nîşandan.
'NEÇARESERÎ DIBE SEDEMA MEZINBÛNA NIJADPERESTIYÊ'
Agaoglû bal kişand ser pirsgirêkên stargeh, ewlekarî, tenduristî, xwedîkirin, kar, perwerde û dervehiştina li nava civakê yên penaberên li Tirkiyeyê û got, "Neafirandin açareseriyên mayinde û têrker ji bo penaberan dibe sedem ku cihêkarî û nijadperestî zêde bibe. Penaberên Sûriyeyî li gelek deveran dibin hedefa êrişên nijadperestiyê ku di encamê de jiyana xwe ji dest didin."