HDP: Li ser penaberan nêçîra li ser pîresêhran dane destpêkirin

Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê diyar kir, li ser penaberan nêçîra li ser pîresêhran hatiye destpêkirin. Berdevkê Komîsyonê Gulsum Agaoglu got di berbelavbûna şerê navxwe yê Sûriyê de gelekî para AKP-MHP'ê heye.

Berdevka Komîya Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu bal kişande ser daxuyaniya Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu, a derheqê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê, ku bal kişandibû ser hijmara giştî ya penaberên Sûriyê û gotibû, ''Helbet ev hijmareke zêde ye lê dewleta Tirk xwedî wê şiyanê ye ku van rê ve bibe''

'NÊÇÎRA LI SER PÎRESÊHRAN DEST PÊ KIRIYE'

Agaoglu got, piştî daxwiyaniya Soylu Walîtiya Stenbolê li ser koçberan nêçîra li ser pîresehran dest pê kiriye, piştî kontrola tabêlayên Erebî bi dest xwe re bi ser kargehan de girtine û piştre jî, kontrola nasnameyê hingî wiha zêde kirine, mirovên bi tirsa ku bi paş ve werin şandin nema dikarin ji malên xwe derkevin.

'NEXASIM PIŞTÎ HILBIJARTINA STENBOLÊ..'

Agaoglu bi berdewamî got, ''Desthilata AKP-MHP'ê ku em bi polîtîkayên wan dijminatiyê ya li ser penaran dizanin, nexasim van demên dawî, windkarina Seroktiya Şaredariya Mezin a Stenbolê bi giştî bi dilnexweşiya bi hebûna penaberên Stenbolê ve girêdaye û polîtîkayên li ser penaberan giran kiriye, sazkar kiriye.''

'POLÎTÎKAYÊN EMPERYAL ÊN AKP-MHP'Ê..''

Agaoglu herî dawî bal kişande ser rista desthilata AKP-MHP ya di şerê navxwe ya Sûriyê de û got, ''Em bi bîr dixin ku rista desthilata AKP-MHP'ê di berbelavbûna şerê navxwe yê Sûriyê de, ku 2011'an dest pê kiribû zêde ye, polîtîkaya emperyal yek ji zemîna sereke ye ku penaber li ser çêbûne, her wiha berpirsyariya siyasî ya AKP-MHP'ê ya di vê mijarê de heye.''