HDP: Li Efganîstanê gel û jin kirin qurbanê berjewendiyan

HDP'ê got, "Li Efganistanê daxwaza jinan û gelan a ji bo azadî û demokrasiyê kirin qurbanê polîtîkayên li gorî rewşê."

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên ji Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy hate dayîn de hatiye gotin, “Dagirkeriya ku DYE û Îngîltere sala 2001’an bi dirûşmeya ‘Emê Efganîstanê azad bikin’ dabû detpêkirin ku li pey xwe zêdetirî 50 hezar sivîlên hatinî kuştin û civakekî ji hev belavbûyî hiştin, piştî 20 salan bi dawî bû. Hêzên Talîbanê bi ketina paytext Kabûlê re îlan kirin ku şer qediya.”

Di daxuyaniyê de her wiha bal hatiye kişandin li ser metirsiya pêvajoyên kaotîk yên bi hatina Talîbanê re gelên Efganîstanê wê pêre rû bi rû bimîne û wiha hatiye domandin, “Ji aliyekê ve ku Emerîka xwe vedikişîne, Talîban bi awayekî eşkere îşaretên ku wê rejîmeke zordar damezrîne dide, welatên cîran ên Efganîstanê Çîn, Îran, Pakîstan, Tirkmenîstan, Tacîkistan û Ozbekîstan û welatên ku ne hevsînorê Efganîstanê ne, lê berjevendiyên wan ên girîng hene yên wek Rûsya û Hîndîstan di vê valatiya çêbûyî de ji bo parastina berjevendiyên xwe pozîsyonên nû digrin. Heta hikûmeta Tirkiyê ya bi kîlometreyan ji Efganîstanê dûr e, ji bo ku ji vê rewşa nû rolekê ji bo xwe bigre, di avên metirsîdar de avjenî dike. Wisa xuya dike ku Efganîstan dema pêş wê ji gelek şerê bi wekalet re bibe zemîn. Li Efganîstanê careke din daxwazên jin û netewên kêm hejmar û parêzvanên mafê mirovan ku demokrasî, azadî û edaletê dixwazin, dikin qurbanê berjevendiyên polîtîk ên reel. Li DYE’yê ku dagirkeriya xwe ya 20 sal beriya niha di bin navê ‘Operasyona azadiyê ya mayînde’ de dabû destpêkirin bidawî kir, heta parêzvanên dagirkeriyê ‘femînîstên spî’ jî êdî behsa “rzigarkirina jinên Efgan” nakin.”

Her wiha di daxuyaniya komîsyonê de hatiye gotin ku vekişîna DYE’yê ya ji Efganîstanê ji nêzîk ve Tirkiyê eleqedar dike û wiha hatiye domandin, “Meseleyên wek hebûna leşkerî ya Tirkiye ya li Efganîstanê ku wek endamekî NATO’yê ji destpêka dagirkirina Efganîstanê de rol lîstiye û bi taybetî koçberên Efgan yên di 2 salên dawî de koçberê Tirkiyê bûne mijarên girîng in. Serokkomar Erdogan bi DYE’yê re ji bo parastina balafigehê Kabûlê muzakere kir û bi vî rengî xwest rol bigre. Piştî ku Talîbanê ragihand ku yên bi NATO’yê re hatinî pêwîste bi NATO’yê re jî biçe, ne xwe wê Tirkiyê weke “dagirker” bibîne, Erdogan gotibû “Ti aliyekî berevajî yê Tirkiyê bi baweriya Talîbanê re tine ye” û wê di demek nêz de pêşwazîkirina lîderên Talîbanê qebûl bike. Fêm dibe ku wê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Talîbanê de li ser esasê berjevendiyan bê eyarkirin. Di mijara Efganên ku ji şer revîne û hatine Tirkiyê jî kesek nîne ku bizane bê ka hikumet çi dike. Li gel koçberên Sûriyê ku wana weke hêmanekî yê gef û şantajê bikar tîne, dibe ku Efganan jî weke kartekê li hemberî Ewropayê bikar bînin. Ji xwe bi diyarkirina ku Angela Merkel jî di mijara Efganîstanê de dixwazin bi Tirkiyê re kar bikin, bi vî rengî ji niha ve pozîsyona dewleta Elman diyar kirin.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku hêvîkirina ji hikumeta AKP-MHP ku bi vê mentiqê ango krîzên siyasî ji bo xwe weguherîne firsendekê, li erdnîgariya ji Lîbyayê bigre heya Efganîstanê lez dide siyasetên milîtarîstî, ji bo pirsgirêkên di vê erdnîgariyê de nêzîkatiyekî li ser bingehê nirxên mirovî yên gerdûnî nîşan bide, rasteqînî nîne û hatiye gotin ku ew bi hêvî ne ku partiyên mixalefetê yên di meclîsê de vê carê li hemberî tezkereyên şer bibin alîgirê û xwediyê siyasetekî aştîxwaz.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wan wek HDP di vê baweriyê de ne ku pêwîste kirîzên siyasî yên li erdnîgariya Lîbya û Sûriyê bigre heya bi Efganîstanê heyî bêyî şer û mirin çêbibe were çareserkirin û dikare çareser bibe û wiha bang hatiye kirin, “Em bang li civaka navnetewî dikin ku di ji nûve avakirina Efganîstanê de rol bilîzin û yên têkoşîna demokrasiyê birêve dibin bi tenê nehêlin. Em gelên Efganîstanê ku di 40 salên dawî de ji ber dagirkeriya destpêkê Rûsya û piştre Emerîka bi hilweşînên mezin re rû bi rû maye silav dikin, her wiha em hestên xwe yên pişteqaniyê ji bo bi taybetî jinên Efgan yên di demên herî tarî te ji têkoşîna xwe ya bi rûmet tawîz nedanî pêşkêş dikin.”