HDP: Li dijî desthilata şer em bibin yek

MYK’a HDP’ê têkildarî manîpulasyonên bi ser pariya wan de daxuyaniyek da û got: “Li dijî rejîma AKP-MHP’ê tifaqa demokaratîk a gelan û lihevkirina civakê nexşerêya me ye. Li dijî desthilata şer li dora têkoşîna azadî û demokrasiyê em bibin yek.”

Desteya Rêveber a Nevendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî supekolasyon û manîpalasyonên di rojên dawî de li ser partiya wan tên kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya bi sernavê “Pirsgirêka Kurd a ku nayê çareserkirin û polîtîkayên şer ên desthilatê çavkaniya pirsgirêkan e” ji hêla Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku HDP dê di siyaseta demokratîk de israr bike û ev tişt hatin gotin: “HDP ku di siyaseta demojratîk de bi israr e, li dijî polîtîkayên şer ên desthilatê disekine. Di van rojên dawî de bi spekulasyon û manîpulasyonên tên meşandin hewl tê dayîn ku HDP’ê lawaz bike. Ev siyaseta qirêj dê bi tu awayî bi ser nekeve, li dijî vê yekê dê yekitî û hêza me xurtir bike.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP‘ê bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên tên meşandin û wiha pê de çû: “Bi plana çongdayînê re xeta çareseriya demokratîk, muzakere û siyaseta azadî û demokrasiyê tecrîd kirin. Em bang li vê desthilata faşît a ku hewl dide bi polîtîkayên şer çonga gelê Kurd deyne erdê û bi avakirina împaratoriya tirsê ya li ser kedkarên gelê Tirk avakiriye dikin. Li hemberî we HDP ku hêviya wê li ser piyan e û li dora wê hişmendiya azadiyê ya bi milyonan heye! Em wekî HDP’ê tu car dest ji sekn û têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê bernadin û bi biryardarî vê têkoşînê mezintir bikin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê anî ziman ku divê encamên xofdar ya siyaseta şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê bê dîtin û wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê bêyî dîtina encamên xofdar û trajîk ên polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê têkoşîna demokrasî û azadiyê ne mimkûn e. Divê li dijî vê helwesta şer helwest bê girtin. Em dibêjin ku temînata demokrasî û azadiyên rasteqîn ên li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk, civakî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên şer ên desthilatdariyê çavkaniya sereke ya pirsgirêkan e. Bi hezaran mirov ji ber israra têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li dijî polîtîkayên înkarê, bi fikrên xwe yên siyasî û li dijî desthilatdariyê ketine zindanan.“

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê da zanîn ku êrîşa ku rejîmê li dijî Kurdan daye destpêkirin, veguheriye şerekî li dijî civaka li hundir û derve û ev tişt got: “Sedema sereke ya pirsgirêkên kedkar, jin, Elewî, xweza, gelan û yên hatine wêderkirin ev e. Lê belê divê were zanîn ku ev polîtîkaya xitimandinê wê hilweşandin û hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bi xwe re bîne. Em ê bi hev re şahidiya hilweşîna kesên ku planên çongdayînê xistine meriyetê bikin.

Li hemberî polîtîkayên şer ên desthilatdariya qesrê ya li derveyî sînor, em hemû encamên neyînî dijîn. Hem partiya me hem jî hemû hêzên demokratîk bi erka ku zêdetir vê berpirsyariyê bi cih bînin re rû bi rû ne. Têkoşîna demokratîk a li dijî rejîma AKP-MHP’ê, tifaqa demokratîk a gelan, lihevkirina civakî û diyalog nexşerêya partiya me ye. Ev rê bêguman ji tifaqa dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê re derbas dibe.“