HDP: Komkujiya Reyhanliyê encama polîtîkayên AKP'ê ye

HDP'ê ragihand ku Komkujiya Reyhanliyê yek ji berdêlên polîtîkaya şer a AKP'ê ye ku li gel hatiye ferzkirin û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya salvegera 8'an a Komkujiya Reyhanliyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me ev êş ji bîr nekirine û em ê ji bîr nekin ku 53 mirov lê hatin qetilkirin û 155 jî birîndar bûn."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Yek ji berdêlên ku polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP'ê li gelên herêmê ferz kiriye, komkujiya Reyhanliyê ye. Komkujiyek welê bû ku mîna senaryoyek hate bicihanîn. Hewl hate dayin ku gelên li herêmê li ber hev rakin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komkujiyên El Nûsra û DAÎŞ'ê li nava Tirkiyeyê kir ne tenê komkujiya Reyhanliyê bû, komkujiyên Pirsûs, Gar a Enqereyê û Dîlokê jî bi destê van rêxistinan hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Welat veguherandin gola xwînê. Desthilatdariyê jî bi hevkariya bi van rêxistinên tarî re êşên giran bi gelên li Tirkiyeyê û herêmê da kişandin."

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku berpirsyarên siyasî yên vê komkujiyê hîn nehatine darizandin û got, "Li dijî van polîtîkayên tarî û şer ên ku êşên giran bi gelan didin kişandin, idvê em bi dirûşma 'aştî û biratiyê' piştevaniyê xurt bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate raighandin ku HDP wê têkoşîna xwe ya ji bo biratiya gelan û wekheviyê dewam bike.