HDP: Ji Sayfoyê heta niha gelê Suryan dibe hedef

HDP’ê cangoriyên Qetlîama Sayfoyê bi bîr anî û got “Îro jî gelê Suryan tên kuştin û windakirin.”

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari bi daxuyaniyeke nivîskî cangoriyên Qetlîama Sayfoyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Gelê Suryan yek ji gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye. Di dema Sayfoyê de ji  sê paran du parê Suryanan hate qetilkirin. 15’ê Hezîranê roja bîranîna qetilkirin û zextên li ser Suryanan e. Em careke din diyar dikin ku gelê Suryan li bendê ye ku lêborîn ji wan were xwestin û kesên qetlîam kirine, qetlîamê qebûl bikin.

Bi baweriya li ser bingeha hemwelatiya wekhev, wê hemû gel û baweriyên cihê karibin çand, bawerî, zimanê zikmakî û nasnameya xwe bi azadî bijîn, em di salvegera 107’emîn de cangoriyên Sayfoyê bi bîr tînin û em diyar dikin êşa gelê Suryan êşa me ye.

Gelên Suryan, Asûrî, Aramî, Keldanî û gelên din ên Xirîstiyan ên li ser vê axê jiyane bûne çand û baweriyên ku ev ax dewlemend kirine. Piştî qetlîamê bi darê zorê koçberî hate kirin û bi polîtîkayên ‘Tirkkirin û Misilmankirinê’ xwestin ku nasnameya Suryanan asîmîle bikin. Zimanê Suryanan hate ber sekratê, navê bi sedan cih û warên Suryanan guherandin û kirin Tirkî, weşanên wan hatin girtin û mal û milkên Suryanan hate desteserkirin.

Îro jî mafê gelê Suryanan tê binpêkirin, destûr nayê dayîn ku dibistan û îbadetxaneyên xwe vekin, mal û milkên wan ên şexsî û weqfê tê desteserkirin. Dema ku piştî salan gelê Suryan vedigerin gundê xwe jî li ser wan gefa kuştin û windakirinê pêk tê.

Gelê Suryan dixwaze lêborîn ji wan were xwestin û kesên qetlîam kirine qetlîamê qebûl bikin. Pêkanîna van tiştan ji bo hemwelatîbûna wekhev û ji bo jiyana bi hev re wê bibe gaveke girîng.”