HDP: Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd Tirkiye bûye mîna enqazekî

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nekiriye veguheriye enqazekî û got, bi dervehiştina Kurdan a li qada siyasetê, pirsgirêk çareser nabe.

Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê lidar xist û mijara dosyayên destnedana wekîltiyê ya parlamenterên HDP'î û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz nirxand.

Gunay diyar kir ku derfet hene pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin û got, "Yekane çareseriya vê pirsgirêkê rê û rêbazên demokratîk e. Ji bo vê jî ya pêwîst guhertina mejî ye. Feraseta rêveberiya tekperest a ku gelan û bawaeriyan li derve dihêle wê ti carî nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike. Ya ku sed sal e tê kirin ev neçareserkirin e."

Gunay got, "Di rewşa heyî de Tirkiye ya ku ev pirsgirêk çareser nekiriye, bi hemû saziyên xwe veguheriye enqazekî" û wiha dewam kir: "Eger di sedsala duyemîn de wê Tirkiye bibe komareke demokratîk û aştî misoger bibe, mifteya herî mezin a vê yekê jî çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk e. Divê ev yek tavilê bê pêkanîn."

Ebrû Gunay got, "Bi dervehiştina Kurdan a li qada siyasetê pirsgirêka Kurd çareser nabe, ji xwe çareser nebûye."

'DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ ANÎN'

Ebrû Gunay diyar kir ku berdêla xwe çi dibe bila bibe HDP'ê ti carî dest ji xwestina aştiyê û têkoşîna ji bo aştiyê berneda û got, "Şertê destpêkê yê misogeriya aştiyê, bidawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan e û avakirina rêyên diyalogê ye."

Gunay têkildarî gefa rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Salîha Aydenîz îradeya gelê Amedê ye ku bi dengê gel hatiye hilbijartin. Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Aydenîz darbeya li îradeya gel e. Û zexta li ser îradeya Kurdan û HDP'ê, bêdengiya li hemberî vê faşîzmê, encameke rûbirûnebûna li rastiya pirsgirêka Kurd e. Yên ku rû bi rûyê vê rastiyê nebin wê winda bikin.

Eger hûn dixwazin vê rastiyê fêhm bikin, bala xwe bidin ser Srî Lankayê ku we ji xwe re kiribûn mînak. Dema ku hewl da plana têkbirinê bimeşîn, ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve bi xwe têk diçe. Gel dest danî ser qesran. Wezîrê dewletê yê ku zilm li gelê Tamîlê kir, neçar ma ku ji welêt bireve. Lewma jî çareserî ne bi zext, girtin, şer û êrişê ye. Dest ji vê siyasetê berdin. Bi vê siyasetê, bi zext, girtin û şer hûn ê nikaribin encamê bi dest bixin."