HDP’î bi şandeya Katalonî re civiya
HDP bi heyeta ku parlementerên Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê jî di nav de ne, bi rêya onlîne civiya. Di civînê de biryara hate girtin ku wê li Spanya û Tirkiye çalakiyên hevpar lidar bixin.
HDP bi heyeta ku parlementerên Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê jî di nav de ne, bi rêya onlîne civiya. Di civînê de biryara hate girtin ku wê li Spanya û Tirkiye çalakiyên hevpar lidar bixin.
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy û endamên komîsyonê bi heyeta Partiya Çep a Komarparêz a Katalonya (ERC) re bi onlîne civînek pêk anî.
Di civînê de endamên ERC’ê yên li Enqerê Doza Kobanê dişopînin, berdevkê Karê Derve ya ERC û parlementerê Ewropa Jordî Sole, Snetora Spanya Laûra Castel û Marta Rosîqûe endama Parlementoya Katalanya Merîxelss Serret amade bûn.
Di civînê de li ser pêşxistina piştevanî û hevkariya di navbera her du partiyan de ku li qada navneteweyî zêdetir bê pêşxistin li hev kirin, biryar da ku li Spanya û Tirkiye çalakiyên hevpar bên lidarxistin.