Hevberdevkên Koalîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Nûray Ozdeogan û Serhat Eren daxuyaniyek dan û gotin, "Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, piştî ku nêrînên xwe anî ziman ji aliyê medya desthilatdariyê ve hedef hate nîşandan û di 28'ê Mijdara 2015'an de di dema daxuyaniya çapemeniyê de ku bal dikişand ser texrîbata li cihên çandî û dîrokî û şer, hate qetilkirin. Di ser qetilkirina Elçî re 7 sal derbas bûn."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heyeta dadgehê daxwazên ji bo ronîkirina sûîqestê red kiriye û got, "Helwesteke welê nîşan da ku li pêşiya eşkerebûna rastiyan û berpirsyarên êrîşê bû asteng."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Pêvajoya ku Tahîr Elçî hate qetilkirin bû pêvajoya destpêkirina dema kaotîk û tarî ya Tirkiye ber bi wê ve hate dehfdan. Hêzên ku Tahîr Elçî qetil kirin, îradeya siyasî û mekanîzmaya dadgeriyê ya li pişt disekine, îro jî mîna koalîsyoneke nebaşiyê li dijî gelê Tirkiyeyê hebûna xwe dewam dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de Tahîr Elçî hate bîranîn û hate ragihandin ku wê li ser şopa wî têkoşîna xwe ya siyasî û hiqûqî heta dawiyê bimeşînin.