HDP: Em nemirên li ser rêya azadî û wekheviyê bi bîr tînin

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got “Em ê mîrateya wan a têkoşînê mezintir bikin, em ê demokrasî, azadî û wekheviyê bînin vî welatî.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Gelên me ji bo ku di nav azadî û demokrasiyê de bijîn, li ser vê axê bi deh hezaran şoreşger, sosyalîst û welatparêzên me jiyana xwe ji dest dan. Di meha Gulanê de jî gelek kes di têkoşîna demokrasî û şoreşê ya Tirkiyeyê de bûne kesên nemir. Ev kesên li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest dan wekî hêviya nirxên hevpar û rojên xweş ên dahatûyê di rûpelên paqij ên dîrokê de cihê xwe stendin.

Pêşengên têkoşîna şoreş û sosyalîzmê yên ku ji bo dahatûya gelan û jiyana kolektîf Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Çar Şoreşger û bi sedan şoreşgeran di meha Gulanê de li hemberî faşîzmê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan. Îbrahîm Kaypakkaya yê ku di 18’ê Gulana 1973’an de li zindana Amedê di êşkenceyê de agirê şoreş û azadiyê geştir kir û wekî navê berxwedanê di dîroka têkoşînê de cihê xwe stend.

Di 31’ê Gulana 1971’an de Sînan Cemgîl û hevalên xwe li hemberî emperyalîzm û her cure paşverûtiyê li Nûrhakan bûn navê azadî û berxwedanê. Hakî Karer ê ku tevlî têkoşîna hevpar a gelê Kurd û Tirk bû di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê bi komployekê hate qetilkirin. Li hemberî zilm û hovîtiya derbeya faşîst a leşkerî ya di 12’ê Îlona 1980’an de Ferhat Kûrtay, Mahmûd Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner bedena xwe kirin meşaleya azadiyê.

Em di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîl, Hakî Karer û her Çar Şoreşgerên ku ji bo jiyana azad û wekheviyê têkoşiyan û ji bo dahatûya gelên me berdêleke mezin dan, soza xwe dubare dikin ku em ê li pêş bîranîna hemû şoreşgeran têkoşîna xwe geştir bikin. Em ê mîrateya wan a têkoşînê mezintir bikin, em ê demokrasî, azadî û wekheviyê bînin vî welatî.”