HDP: Em ê 2022'an bikin sala rizgariya ji desthilatdariyê!

Hevserokên HDP'ê peyamek ji bo sala nû weşandin û gotin, "Bi têkoşîna hevpar re em ê 2022'an bikin sala rizgariya ji bloka desthilatdariyê."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo sala nû peyamek weşandin.

Di peyamê de hate gotin, "Em saleke ku bi berxwedana li dijî zilmê li pey xwe dihêlin" û ji bo sala nû wiha hate gotin: "Bi hêvî û bayê guherînê em dest bi sala nû dikin. Em bi biryar in ku Komareke Demokratîk ava bikin ku demokrasî, aştî û azadî lê serwer e. Di sala 2022'an de em ê hevgirtina hêzên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê xurt bikin, ji bo pêkanîna daxwazên edalet û azadiyê yên gelan, em ê karê xwe bi daxwazeke mezin dewam bikin. Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ku welat ber bi zinarekî ve biriye, bi hişmendiya pêwîstiya bi mezinkirin û avakirina têkoşîna demokratîk a hevpar em ê tevbigerin û 2022'an li ser vê bingehê bikin sala rizgariya ji bloka desthilatdariyê."

Bi hêvî û biryardarî sala 2022'an li gelan hate pîrozkirin.