HDP'ê û parêzeran serî li HSK'ê dan

HDP'ê û parêzerên Doza Kobanê bal kişandin ser bêhiqûqiya dadgehê û serî li HSK'ê dan.

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û parêzerên Doza Kobanê bi hinceta ku heyeta dadgehê ya dozê bi rê ve dibe erka xwe bi nebaşî bi kar tîne, serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) dan.

Parêzeran piştî serlêdanê daxuyaniyeke kurt dan çapemeniyê.

Kenan Maçoglû bi navê parêzeran axivî û got, "HSK'ê dest li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê werda ku 'Doza Kobanê' bi rê ve dibe. Serokê dadgehê ji wezîfeyê hate girtin û endamekî nû li heyetê hate tayînkirin. Tevî vê yekê helwesteke nû tê nîşandan. Dest li periyodên rûniştinên dozê yên 2 mehan, 3 mehan hate werdan. Bi rengekî eşkere tê dîtin ku dixwazin dozê zû bi dawî bikin. Me ev şermerzar kir û hinceta xwe ya tevlînebûna dozê pêşkêş kir. Dadgehê daxwazên me hemû red kir û doz niha bêparêzer û bêbersûc dewam dike. Ev jî tê wê wateyê ku dadgeh erka xwe bi nebaşî bi kar tîne. Ji ber vê yekê me serî li HSK'ê dan. Hevalên me yên parêzer ên li bajarên din jî heman serlêdanan dikin."