HDP’ê serdana malbata Poyraz kir

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê çû serdana malbata Poyraz.

Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta Cejna Qurbanê çû serdana malbata Denîz Poyraz ya li avahiya partiyê hatibû qetilkirin. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Hevseroka Bajêr Besriye Tekgur jî di nav de şandeya HDP’ê ji aliyê Dayika Fehîme û Bav Abdullah Poyraz ve hatin pêşwazîkirin.

‘HÛN NIKARIN BI QETLÎAMÊ ME BITIRSÎNIN’

Kemalbay a HDP’yî di serdanê de axivî û got, “Qetlîam û êrîş mirovan natirsîne. Berevajî bi xwe re hê bêtir piştevanî, têkoşîn û hevgirtinê bi xwe re tîne.” Kemalbay her wiha hêviya xwe ya ji bo cejnekê ku qetlîam bi dawî bûbe, aştî, biratî û edalet pêk hatibe anî ziman.

Dayîk Fehîme Poyraz jî diyar kir ku ev ji ber vê serdanê ya bi boneya cejnê nebûna keça xwe Denîz hîs nakin. Dayika Poyraz sipasiya yên ew bi tenê nehiştinî kir.

Bav Abdullah Poyraz jî got; “Em aştî û biratiyê dixwazin. Em dixwazin ku êdî dayik negirîn. Bijî biratiya gelan.”