Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir

Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê parastina xwe ya têkildarî delîlên pêvekî yên li Doza Girtinê ya HDP'ê hatin zêdekirin, radestî AYM'ê kir. Qeydên deng ên bi Kurdî yên wekî CD hatine şandin, deşîfrasyona wa ê Tirkî teblîxî HDP’ê nehatiye kirin.

Parastina têkildarî delîlên pêvekî yên doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radestî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin. Endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê parêzer Kenan Maçoglu, Mavîş Aydin û Sîpan Cizrelî parastina partiyê birin AYM'ê. Di nava delîlên pêvekî de ji ber lêpirsînên derbarê Parlamentera HDP'ê Semra Guzel û parlamenterê berê Behçet Yildirim de jî hene, di nava parastina partiyê de parastina têkildarî van lêpirsînan jî heye.

Di parastina 13 rûpelî de di çarçoveya hiqûqî de nirxandinên têkildarî îtiraza ji bo usûlê, îçtihadên Dadgeha Bilind û lêpirsîn û fezlekeyên hatine amadekirin cih girtine. Her wiha bêhiqûqîtiyên di lêpirsîna Semra Guzelê û Behcet Yildirim de jî hatine destnîşankirin.

HDP'ê di parastinê de diyar kiriye ku qeydên deng ên bi Kurdî yên wekî CD hatine şandin deşîfrasyona wa ê Tirkî teblîxî wan nehatiye kirin.

Li gor agahiyên bi dest me ketin di her du CD'yan de ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ew wekî delîlên pêvekî berpêş kirine, 281 qeydên dengan hene.