HDP’ê Metîn Goktepe bîr anî

HDP‘ê di salvegera qetilkirina nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe de ew bibîranî û got: “Em hemû rojnamegerên çapemeniya azad ên ku li ser rêya heqîqetê dimeşin silav dikim.“

Di ser qetilkirina nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe re 26 sal derbas bûn. Goktepe ji bo merasîma cenazeyê Orhan Ozen û Riza Boşbaş ên li Girtîgeha Umraniyeyê hatin qetilkirin bişopîne di 8'ê Çileya 1996'an de çû Alîbeykoyê, lê ji ber ku "karta zer a çapemeniyê" ya wî tune bû hat astengkirin. Goktepe ku bi israr xwest nûçeyê bişopîne, hat binçavkirin û tevî bi sedan kesî ew birin Hêwana Sporê ya Eyûbê. Goktepe li vira bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Cigirê Hevserokê Giştî yê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel bi boneya salvegera qetilkirina nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Temel anî ziman ku li ser vê erdnigariyê di şexsê Metîn û sedan rojnamegeran de heqîqet û rêgezên çepmeniya azad tê qetilkirin. Temel da zanîn ku hikûmet li ser dijminatiya heqîqetê dixwaze cihanek ji derewan ava bike û got: “Ji bo vê jî timî rojnameger hedef hatin girtin. Mixabin Metîn ne yê destpêkê û ne jî yê dawiyê bû.

Bi vê boneyê ez nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe di 26’emîn salvegera qetilkirina wî de bi rêz û minet bibîrtînim û hemû rojnamegerên çapemeniya azad ên ku li ser rêya heqîqetê dimeşin silav dikim.“