HDP’ê li dijî êrîşan dest bi çalakiya nobetê kir

Rêxistina HDP’a Enqerê li avahiya xwe li dijî êrîşan dest bi çalakiya nobetê ya rojekê kir. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên ked û girseya demokratîk serdana çalakiya nobetê kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) li avahiya xwe ya Enqerê li dijî êrîşa li ser Denîz Poyraz ku li avahiya HDP‘a Îzmîrê hatibû qetilkirin, êrîşa li ser navçeya Bahçelîevlerê û êrîşên di demên dawî de zêde bûne, dest bi çalakiya nobetê ya rojekê kirin.

Di nava rojê de Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Şoreşgerên 78’an, Rêxistina Halkevlerî ya Enqerê, Rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya Enqerê, Rêxistina SYKP’ê ya Enqerê û BMG’ê serdana çalakiyê kir.