HDP’ê ji bo pogroma 6-7’ê Îlonê bang kir

HDP’ê bi wesîleya salvegera pogroma 6-7’ê Îlona 1955’an daxuyanî da û bang li dewletê kir ku bila hevrûyê vê bibe.

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Ji Komîsyona Gelan û Baweriyan Berpirsyar a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku qedexekirina vegera Ermenên ku ji qirkirina 1915’an reviyabûn, beyannameya 1936’an, Baca Hebûnê û Qanûna Weqfan bi pogroma 6-7’ê Îlonê domiyaye.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Serokê berê yê Daîreya Şerê Taybet û Sekreterê Giştî ya Desteya Ewlekariya Millî Sabrî Yîrmîbeşoglû gotibû ’6-7ê Îlonê xebata Şerê Taybet e. Rêxistinbûneke gelekî xurt bû û gihişt armanca xwe’ Ev gotin diyar dike ku pogrom wekî polîtîkaya dewletê ketiye dewrê.

Ev êriş nîşan dide ku pirsgirêkên civakî, krîza siyasî û ekonomîk çawa hatiye veşartin û nijadperestî û dijminatiya li hemberî kesên din jî çawa hatiye bikaranîn. Wekî nijadperestiya îro ya li dijî Kurdan, gotin û sûcên nefretê li ser gel û baweriyên cihê îro jî didome.”

Hatîmogûllari diyar kir ku pogroma 6-7’ê Îlonê heta niha bi awayekî fermî nehatiye şermezarkirin, ji bo tazmînat, lêborînê tu gav nehatiye avêtin û got “Ji bo hemwelatîbûna wekhev û avakirina dahatûyeke dûrî nefret û cihêkariyê û pêkanîna aştiya civakî divê hevrûyî vê şerma li hemberî gelên qedîm ên vî welatî bibin. Divê kujer werin eşkerekirin, kesên mirî û desteserkirina milkan werin tespîtkirin, windahiyên maddî û manewî yên kesên ku bûne mexdûr û yên malbatên wan werin tazmînkirin.”