HDP’ê ji bo Komkujiya 6-7’ê Îlonê pêşniyarnameya lêkolînê da

Wekîlê HDP’ê Garo Paylan derbarê komkujiya 6-7’ê Îlona 1955’an Pogromunê pêşniyarnameya lêkolînê da Meclîsê.

Wekîlê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ji bo ku kirdarên Pogromûna 6-7’ê Îlona 1955’an derkeve holê, tespîta windahiya can û mal were kirin û wiha, bi paşerojê re hevrû bibin pêşniyarnameyeke lêkolînê da Meclîsê.

ÇI BÛBÛ

6-7’ê Îlona 1955’an di serî de li Stenbol û Izmîrê, bi destê dewleta Tirk li dijî Rûm, Ermen, Yahûdî, Xiristiyanan komkujî hate kirin, mal û milkên wan hatin talankirin, dest li ser jinên wan danîn, li alimên wan ên dîn xistin, goristanên wan hatin talankirin û gelek kes hatin kuştin.

Li gorî îstatîstîkan tenê li Stenbolê 73 dêr, 8 karêz, 2 manastir, 3 û 584 ên Rûman, 5 hezar û 538 mal û kargeh hatin şewitandin, talankirin. Li gorî tomarên fermî tecawiz li 60 jinî hate kirin, gelek kes hatin kuştin. Bi deh hezaran kes ji ber vê terora dewleta Tirk neçar man ku koç bikin û berê xwe bidin xerîbîstanê.