HDP'ê giliyê Eymûr kir

HDP'ê giliyê Serokê Daîreya Kontrterorê yê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymûr kir, ku Eymûr li êşkenceyê mikûr hatibû.

HDP'ê giliyê Serokê Daîreya Kontrterorê yê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymûr  û peywirdarên din ên dewletê kir ku bi Eymûr re tevdigeriyan.

Eymûr 5'ê Mijdarê di ropartajekê de ya bi nûçegihanekî re li êşkenceyê mikur hatibû.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê di gilinameya xwe de got, ''Bi çarçoweya fiqreya şeşan a Xala 94'an a Yasaya Cezayê ya bi Hijmara 5237'an, di sûc de ya ku bûye mijara giliyê (sûcên êşkenceyê) ji bo ku bihurîna demê nîne,  di serî de êşkence têkilî binpêkirina mafan /sûcên giran mikurhatin weke delîl bêne qebûlkirin û derheqê Mehmet Eymûr û hemû berpirs/faîlên pê re destpêkirina pêvajoyeke lêpirsînê ya karîger û serbixwe  daxwaza me partiya miwekîl û rayagiştî ye.''