HDP’ê dest bi Kampanyaya Hevgirtina Malbatan kir

HDP ji bo ku bandora ekonomîk a koronavîrusê kêm bike dest bi Kampanyaya Hevgirtina Malan kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li mala xwe ya Stenbolê bi weşana zindî rojevên heyî nirxandin. Bûldan, diyar kir ku partiya wan civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) bi weşana zindî pêk anîne û di dema civînê de daxuyanî dane.

‘DIVÊ GEL JI MALÊ DERNEKEVE’

Bûldan, da zanîn ku li Tirkiyeyê hem vîrûsa korona, hem jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û wiha bilêv kir: “Di vê pêvajoyê de piştevaniya di navbera welatan de pir girîng e. Divê hîn zêdetir bergirî bên girtin. Tiştên heya niha hatine kirin ne besin. Mirov hîna jî, li kolanan digerin. Em weke HDP’ê banga xwe ya li malê bimîne dubare dikin. Divê li Tirkiyeyê jiyan raweste û hikumet jî ji bo vê teminatê bide civakê. Lazime ku di vî warî de welatên Ewropayê bên mînak girtin.”

‘DIVÊ GIRTÎ BÊN BERDAN’

Bûldan, derbarê qanûna înfazê ya di Meclîsê hat dîtin de jî, wiha got: “Têkildarî qanûna hat derxistin, nêrîna mûxalefetê nehat girtin. Hikumet di ya xwe de israr dike. Diviya bû bi vê qanûnê hemû girtîgeh bihatan vala kirin. Bi hezaran mirovên fikir û ramên xwe aşkere kirine di girtîgehan de hene. Divê ev mirov terkî mirinê neyin kirin.”

Bûldan, anî ziman ku hêj derfeta ku zagonê biguherînin heye û wiha got: "Ji bo zagona hemû girtiyan têxe nava xwe bê derxistin, em bang li hemû kesên xwedî wîjdan, demokrat dikin ku hesabê wîcdan bikin. Bûldan, destnîşan kir ku dijberî wê ger ku li girtîgehan tiştekî nexweş çê bibe dê hemû kes berpirsiyarê vê yekê bin û wiha got: "Em carek din dibêjin. Bêyî cudakarî bê kirin divê ev zagon ji bo hemû girtiyan derbasdar be. Çav û guhê milyonan kesan li vê zagona ku roja sêyemê biçe Lijneya Giştî ya Meclîsê ye. Divê ev zagon wîcdanê hemû civakê rehet bike hemû girtiyan têxe nava xwe, Em pêşniyar dikin ku girtîgehan bikin navendên qerantînayê. "

‘RÊZDAR ABDULLAH OCALAN LI ÎMRALIYÊ DI RÎSKÊ DE YE’

Bûldan, bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê tenê Birêz Ocalan ne girtî ye. Girtiyên din jî li vir girtî ne. Birêz Ocalan jî di koma rîskê de ye. Ji ber vê yekê em dixwazin dengek an ji dîmenek ji Girtîgeha Îmraliyê teqez bigihêje civaka Tirkiyeyê. Divê mafê telefonê bidin Birêz Ocalan jî û heyetek serbixwe teqez biçin Îmraliyê."

KAMPANYAYA HEVGIRTINA MALBATAN

Bûldan, bal kişand ser Kampanya Hevgirtinê ya li dijî şewba Covît-19 û wiha bi dawî kir: “Me kampanyaya hevgirtia malbatan bi rêxistin kir. Ev kampanya piştevanî u yekîtiyê ye. Em bi dirûşmeya 'Em parve dikin hûn jî parve bikin' dest pê dikin."