HDP di rojên dawî de lez dan xebatên hilbijartinê

Namzetên parlementeriyê yên HDP’ê, 3 roj mayî ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re lez dane xebatên xwe.

3 roj mane ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê re.Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê çarçoveyê de li qadan xebatên xwe didomînin. Di hemû mîtîng û civînên bi gel re bal hate kişandina ser ewlekariya sindoqan.

EDENE

Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu li gel namzetan Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz, serdana Baroya Edene û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) kir. Di serdanê de bal hate kişandina ser ewlekariya sindoqan.

ANTALYA

Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê Kemal Bulbul li Edeneyê serdana Komeleya Girîtiyan a Antalya û Şaxa Komeleya Çanda Elewî kir. Bulbul di civînê de bal kişand ser pirsgirêkên Elewiyan û diyar kir ku HDP yekan e partiya ku pirsgirêkên Elewiyan çareser bike ye û divê Elewî destekê bidin HDP’ê.

MÊRSÎN

Namzetên parlemeteriyê Ridvan Tûran, Mehmet Şîrîn Kaya, Huseyîn Gur û HDP’yiyên li gel karkerên Herêma Serbest ziyaret kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku AKP mafê karkeran dixwe, ji bo bidawîkirina vê daxwaz ji karkeran kir ku 24’ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê. Li aliyê din namzetan serdana Mersîn Hali kir. Li vir jî esnafan eleqeyek mezin raberî namzetan kir.

STENBOL

Turîstên Arjantînî serdana standa HDP’ê ya li Beşîktaşê hatibû vedan kirin. Li gel HDP’yiyan belavok belavkirin, li pêşiya standê wêneyê bîranînê kişandin. Namzetê HDP’ê yê Îzmîrê ku bi eslê xwe Efrîqî Yalçin Yanik li Zeytînbûrnûyê serdana esnafên çer kirin. Yanik li vir bal kişand ser zehemtiyên karkeran û pirsgirêkên wan.

Namzetê HDP’ê Enver Dûrsûn jî serdana taxa Esenyûrt Kiraçê kir. Namzet Xeynel Ozer jî serdana esnafên li ser Rêya Ebûziya ya Bakirkoyê kir. Li navçeyên din ên Stenbolê jî xebatên hilbijartinê hatin kirin. HDP’yiyan civîn bi gel re dikin û serdana esnafan dikin.

DÎLOK

Parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan li sê navenda serdana gel kir.

Parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan li Dîlokê xebatên hilbijartinê bi rê ve bir. Li gel Dogan namzet parlementeriyê Mehmût Togrûl li avahiya HDP’ê ya li navendê û avahiya rêxistinê ya li navçeya Şehîtkamilî bi gel re civiyan. Jin û ciwanan di serdanan de eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da.

Dogan di civînan de ev tişt got: “Îro rojên baş in. Eger ku di hilbijartinê de bi ser bikevin, wê hê nexweştir bibe.Ji bo wê em ê hê xurtir kar bikin û 24’ê Hezîranê yek mêriyê hilweşînin. Em ê heta 24’ê Hezîranê kar bikin û dawî li rejîma yek mêrî bînin.”