HDP: Dewleta Tirk li Kobanê sûcê şer kir

HDP’ê diyar kir di êrîşê de ya ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kir zarokek hate qetilkirin û got “Eşkere ye ku sûcê şer hatiye kirin.”

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Duh di êrîşa ku dewleta Tirk li Kobanê kiriye zarokê bi navê Ebîd Mihemed Hecî (12) jiyana xwe ji dest da, yek jê zarok sê birîndarên din jî rewşa wan krîtîk e. Di dîmenan de tê dîtin ku bi awayekî eşkere sûcê şer hatiye kirin.  

Bi civîna Tehranê re di meha Tîrmehê de êrîş hatibû kirin û di serê meha Tebaxê de jî piştî civîna Soçiyê êrîşên sîstematîk li ser Rojava tê kirin. Ji Qamişlo heta Hesekê ji Minbîcê heta Tirbêsiyê her roj êrîş tê kirin. Di serê meha Tebaxê de 2 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 jê zarok 3 jî jê jin 17 kes jî birîndar bûne. Berê jî li gundê Perexê ya Zaxoyê jî êrîş hatibû kirin. Ji dêvila ku hesabê qetlîamê li ber çavê dinyayê bidin, qetlîamên li ser sivîlan hatiye kirin.

Ev êrîş hêzê dide barbariya DAÎŞ’ê. Kesên dibêjin ku em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, rastiyê berevajî dikin û li dijî kesên DAÎŞ’ê şer dikin, şer dikin.

Tu îzaha wê tuneye ku qadên sivîlan ên ku bi sed hezaran kes lê dijîn werin bombekirin. Desthilatdarî dijminatiya li hemberî gelê Kurd dike û tu qilif nemaye ku karibe vê dijminatiyê veşêre.

Divê mûxalefet jî nebin amûra şerê li eniya Sûriyeyê û ji bo pêşeroj û Tirkiyeyeke demokratîk divê li hemberî van şeran be. Em bang li hemû hêzên civakî û partiyên siyasî dikin ên ku dibêjin ‘Ji şer û dagirkeriyê re na’. Kobanê sembola têkoşîna demokrasî û gelên cîhanê ye. Dema ku hêzên navneteweyî li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd a di şexsê Kobanê de bêdeng dimînin, ev ji bo hemû gelên dinyayê şerm e. Helwesta Rûsyayê jî mirovan dixe nav fikaran. Divê dewletên garantor ên li herêmê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”