HDP: Desthilat li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê sûcên şer dike

Hevberdevkên Komîsyona Kar û Barên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy bertek nîşanî sûcên şer ên giran yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike dan û bang li civaka navnetewî kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya îmzeya Hevberdevkên Komîsyona Kar û Barên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy li binî bû de bi taybetî îşare bi texrîbkirina goristana li Efrîna dagirkirî ya beriya demekê û qetlkirina malbatek a li Til Temirê ya roja 4’ê Tebaxê hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin, “Di rojên bihorî de cenazeyên ku ji goristanek a li Efrînê hatibûn derxistin hatine revandin. Ajansa Anadolû propagandeya ku vê yekê weke ku goristaneke ya komî ye û yên hatinî înfazkirin tê de hatine veşartin e kir, komên herêmî diyar kirin ku ev cenazeyên kesên di parastina Efrînê de jiyana xwe jidestdayî ne û bang li saziyên navnetewî yên serbixwe kiribûn ku di cihê bûyerê lêkolîn pêk bîne. Piştî vê heqareta li hemberî cenazeyan û yên jiyana xwe ji dest dane, di encama bombebarana roja 2’ê Tebaxê ya li ser bejahiya Til Temirê 2 sivîl birîndar bûn. Roja 4’ê Tebaxê jî li heman herêmê di encama êrîşên bi tankan a li ser gundê Sefewiye ya Til Temirê hat kirin de bav Zêdan Xelef El-Îsa û zarokên wî Ziyad, Mûne û Hûda hatin qetlkirin. Ji yên di encama wê êrişê de jiyana xwe ji dest danî re sersaxî dixwazin, ji malbatê re sebir û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.

Di destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser Sûriyeyê heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan birîndar bûne û bi hezaran sivîl ji cih û warên xwe bûne. Tevî ku îddîayên saziyên navnetewî yên têkildarî dibetiya pêkanîna sûcên şer ên cidî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rojevê neketine, dubarebûna êrîşên wiha yên li sivîlan nîşan dide ku wê sûcên giran ên şer û dijminatiya Kurdan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dom bike.

Ji ber vê sedemê em bang li hem raya giştî ya Tirkiyê û hem jî raya navnetewî dikin ku li hemberî sûcên mirovatiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin bisekinin. Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî, bang li hemû saziyên navnetewî dikin ku qetlîamên sivîl ên dawî yên ji aliyê endamê NATO û Konseya Ewropayê ango Tirkiyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên Til Temirê yên di bin kontrola wî de pêktên di cihê wan de lêkolîn bikin û ji bo hovîtiyên bi vî rengî careke din dubare nebin erk û berpirsiyartiyê xwe bi cih bînin.”