HDP: Desthilat dixwaze bi temamî zimanê Kurdî tine bike!

HPP’ê got: “Dewlet bi pratîka xwe zimanê Kurdî krîmînalîze dike û dixwaze bi temamî ji holê rake. Em zext û zordariya li ser zimanê Kurdî qebûl nakin.”

Hevserokê Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê Salîm Kaplan daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Em zext û zordariya li ser zimanê Kurdî qebûl nakin.”

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye:

“Desthilatdariya îro, ji roja ku bû desthilatdar nêzîkatiya xwe ya cudakar û marjînalîzasyona li ser ziman û çanda Kurdî domandiye û li gorî giyanê serdemê nêzîkatiyên nerm nîşan daye, van demên dawî helwesteke dijminane li hember zimanê Kurdî nîşan dide.

Bi taybetî, hikûmeta ku bi destê qeyûman ve komkujiyeke çandî pêk anî, hema hema hemû sazî û dezgehên ziman û çanda Kurdî girt û hewl da ku zimanê Kurdî bi tevahî ji qada cemawerî derxe. Hikûmeta ku navên kuçe û parkan ên bi Kurdî guherand, doz li saziyên çapemeniya Kurdî vekir û pratîkeke asîmîlasyonê ya giran nîşan da û ew polîtîka di van demên dawî de veguheriye pergaleke faşîzmê.

Midûriyeta Înfaza Cezayê ya Elezîzê ya ku hêza xwe ya qedexeker û înkarger a li hemberî ziman û çanda Kurdî ji hikûmetê distîne, di demên dawî de li ser Parlamentera me ya Colemêrgê ya Leyla Guven, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fethiye Ok Çiçek û 9 girtiyên jin lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Bi vî awayî, ji ber strana ku di civîna gel a Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tuncer Bakirhan û Cîgira Seroka Koma Meclisê Meral Daniş Beştaş tevlî bûyî ya li Elezîzê li parkê hatî darxistin park, 30 rojan hate mohrkirin. Dewletê, di salên 1960’an de cezayê pere li kesên ku Kurdî diaxftin dibirî û Apê Mûsa ji ber fitîken Kurdî didarizand, li salên 1980’an li girtîgehan kampanyayên ‘Tirkî biaxive, Zêde biaxive’ organîze dikirin îro jî ji ber Kurdî stran gotine, lêpirsîn li dijî Leyla Guven û hevalên wê vedike. Heya ku ev nêzîkatiya zilimkar a heta melayên Kurdî xutbe Kurdî peşkêş kirî mehkûm kiriû neguhere ne demokrasî ne jî azadî nayê ser vê axê.

Bi van pêkanînan dewlet dixwaze zimanê kurdî krîmînalîze bike û bi temamî ji holê rake. Dewleta ku di salên 1990’an de kasetên Kurdî di bin axê de hiştin, îro sûcên li dijî mirovahiyê dike û zimanê Kurdî dike hêmana sûc. Weke HDP, em her êrişa li ser çand û zimanê gelê Kurd weke êriş û bêrêziya li dijî gelê Kurd bixwe dibînin.

Em zext û zordariya li ser zimanê Kurdî qebûl nakin. Li ser heqîqeta ku ‘zimanê civakê ne azad be civak tu carî azad nabe’, em ê ji bo bidawîkirina yekser a her cureyên helwestên zordar û cudakar ên li hemberî ziman û çanda Kurdî bitêkoşin. Ji bo jiyandin û pêşkeftina hemû zimanên ku îro bi tunebûnê ve rûbirû mane em ê têkoşîna xwe bidomînin. Zimanê me Rûmeta me ye!”