HDP dest bi amadekariyên mitînga Amed û Stenbolê kir
HDP’ê bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na!” dest bi amadekariyên mîtingên li Amed û Stenbolê dike.
HDP’ê bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na!” dest bi amadekariyên mîtingên li Amed û Stenbolê dike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qeyrana aborî ya Tirkiye, wê li Stenbol û Amedê mitîngan li dar dixe. HDP’ê bi dirûşme “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re wa!” wê di 6’ê Tebaxê de li Amedê û di 7’ê Tebaxê de li Stenbolê mitîngê li dar bixe.
Mitînga Amedê dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî wê tevlî mitîngê bibe. Mijarên sereke yên mitingê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîqayên şer û qeyrana aboriyê ye.
HDP ji bo mitînga Amedê sibê ve dest bi xebatan bike. 25 parlementer tevlî xebatê bibin. Li hemû navçeyan civînên ji bo gel bên lidarxistin. Her wiha serdana malbat û esnafan bikin. Xebat wê heta hilbijartinan bidome.
Xebatên ji bo mitînga Stenbolê jî wê di rojên pêşiya me de eşkere bibe.