HDP: Dadgehên Tirkiyeyê jî tevlî ‘Tifaqa Cûmhûrê’ bûne

HDP’ê diyar kir ku dadgehên Tirkiyeyê bûne amûra tasfiyekirinê û dadgehên Tirkiyeyê jî tevlî ‘Tifaqa Cûmhûrê’ bûne. HDP’ê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên li dijî Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê da.

Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî polîtîkayên derhiqûqî yên li ser HDP’ê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Îro îtîraza me ya tehliyenekirina namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş hate redkirin. Di hinceta redkirinê de tê diyarkirin ‘dibe ku delîl ji holê were rakirin’. Vê hinceta vala jî nîşan dide ku tu eleqeya vê biryarê bi hiqûqê re tune.

Duh jî cezayê Wekîlê Serokatiya me ya Koma Meclîsê û Parlementerê me yê Amedê Îdrîs Balûken ji aliyê Dadgeha Edliyayê ya Herêmê ya Dîlokê ve hate erêkirin.

Tê dîtin ku dadgeh bûne amûra tasfiyekirinê ya desthilatdariyê û bi vê biryara xwe re mudaxeleyî lîsteya me ya namzetiyê ya parlementeriyê hatiye kirin. Xebatên di dema Heyeta Îmraliyê de ya ku haya desthilatdariyê jê hebû îro bûye bûye sûc. Di şexsê Îdrîs Balûken de pêvajoya çareseriyê tê darizandin.

Redkirina tehliyekirina namzetê me yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û erêkirina cezayê parlementerê me Îdrîs Balûken diyar dike, AKP beriya hilbijartinê serî li rêyên bêhiqûqî dide.

Em bang li Saziya Hilbijartinê ya Bilind dikin ku bila ‘Tifaqa Cûmhûrê’ jî têxin pûsûlaya dengan. Ev biryarên ku di warê rêgezên hiqûqî de skandal in, wê di dîrokê de werin nivîsandin. Tê dîtin heta ku ev desthilatdarî neguhere ew ê endamên wê yên saziya darizandinê nikaribin vegerin ser rêgezên hiqûqê yên demokratîk.”