HDP çû qada Çemê Zorava

HDP’ê encama çavdêriyên xwe yên li Çemê Zorava a Dihêya Sêrtê eşkere kir. HDP’ê diyar kir ku bi bendava Çemê Zorava re tê xwestin ku gel ji xweza, dîrok û çanda xwe were veqetandin.

Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez, tevî Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş li qada Çemê Zorava lêkolîn kirin. Di lêkolîn û çavdêriyê de gundiyên Şavûra û yên derdorê jî tevlî nav heyetê bûn.

Ji bo vê lêkolîn û çavdêriyê Fermandariya Alaya Jendirmeyan a Tirk 6 wesayîtên Kîrpî û Tomayek seferber kir. Di heman demê de gelê Sêrtê yê ku dixwest biçe seyranê jî hate mexdûrkirin.

Heyetê piştî çavdêrî û lêkolînên xwe ev tespît ragihand, “Hêza Bendava Hîdroelektrîkê wê 21MW be. Bendavê şaxeke Çemê Dihê miçiqandiye. Heywanên li herêmê kêm bûne, çeşîdên masiyan kêm bûne. Ji ber ku av hatiye qutkirin, qadên xwedîkirina heywanan û çandiniyê di nav beton de mane. Ji bo Bendava Hîdroelektrîkê ya duyemîn ku plana avakirina wê tê kirin ÇED’ê rapora neyînî daye. Gel ev rapor ragihandiye lê rayedaran ji bo avakirina vê HES’ê îmze kom kirine û li dijî qanûnê tevgeriyane.

Heke bendava duyemîn a hîdroelektrîkê were avakirin wê av li herêmê nemîne, ew ê xisareke mezin bide çandinî û xwedîkirina heywanan. Gelê herêmê li dijî avakirina vê bendava hîdroelektrîkê ye. Divê ev proje were betalkirin. Li vê herêmê di havînan de germahî dibe 46 derece. Heke ev av bimiçiqe wê encamên gelekî xerab derkevin holê. Ji ber vê jî divê avakirina hemû bendavên hîdroelektrîkê werin sekinandin û hemû çem û rûbar werin parastin.”