HDP: Bila AKP ji Idlibê xwe dûr bigire

HDP’ê got li Idlibê divê sivîl berdêlê nedin û domand, ‘’Di serî de desthilata AKP’ê, em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ji helkeftên ku rewşê girantir dikin, dûr bixin’’.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî têkilî Idlibê daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de  ya bi sernavê ‘’Divê berdêla şerê nêz dibe yê li Idlibê sivîl nedin’ hate gotin, ‘Em dibînin ku li Sûriyê ji 2011’an ve di şerê navxwe de ku sivîlan zirareke mezin jê dîtiye, bi tevlêbûna nav şer, a komên çete yên biyan û dewletan, şikestinên civakî û siyasî pir giran bûne.’’

‘JI BO ME HDP'Ê, EWLEHIYA SIVÎLAN MESELEYA HERÎ LI PÊŞ E’

Hevserokên HDP’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin ku li Sûriyê, li gorî raporên NY’yê heta niha 400 hezar mirov mirine, zirara herî mezin civaka sivîl dîtiye, li Idlibê jî ku van demên dawî haziriya leşkerî ya li ser zêde dibe, ji bo xilaskirina sivîlên li herêmê ya ber bi cihekî ewle ve heta niha ti hêlê kêferatek nekiriye.

Di daxuayniyê de helwesta HDP’ê ya li ser sivîlan hate nişandan û hate gotin, ‘’Em HDP ewlehiya sivîlan ji bo xwe meseleya herî pêş dibînin û di serî de NY, em bang li hemû aliyan dikin ku bi heman hesasiyetê tevbigerin. Em li ser wê jî rawestiyane ku hêzên navnetewî li Sûriyê ji bo ku ziyan negihe sivîlan tevdîrên hewce divê bistînin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin şerê navxwe yê Sûriyê, bêyî bandor û zexta hêzên biyan, bi tevlêbûna hemû hêlên xwecih dikare çareser bibe, ji bo ku Sûriyeke demokratîk û pirreng ava bibe, di serî NY divê civaka navnetewî bi çarçoweya domandina aştiyê divê bi  berpirsyariya xwe rabin. Bi domdarî hate gotin, ‘’Lê daxuyaniyên  tund ên aliyan ên li ser Idlibê, helwesta ku nîşan didin gefê li ser jiyana sivîlan dixwe.

Ji bo vê jî em dixwazin hemû alî bi helwesteke ku ewlehiya civaka sivîl bifikirin, tevbigerin. Pir hewce ye ku ji bo ku sivîl ji herêmê werin derxistin hêzeke çavdêr tevî mesele bibe û hemû alî berê xwe bidin rêbazên dîplomatîk. Ji bo ku sûcdarên li Idlibê ku gelek sûcên şer û sûcê dijî mirovahiyê kirine hê zêdetir nebin sedema bêaramiyê, divê hemû alî hevkariyê bikin.’’

PÊŞNIYAR

Hevserokan pêşniyar kirin, li ser destûra ku xwe dispêrê xweseriyê, yekkir û demokratîk Sûriyeyek  nû ji bo gelan were avakirin, her wiha hevserokan diyar kirin, çi gavên ji bo vegera penaberên Sûriyê ew destek dikin û bang li hêzên navnetewî kirin, ji bo ku li Sûriyê şertên domandina jiyanê û aştiya civakî pêk were bibin xwedî helwesteke çêker.

 ‘TIRKIYE BILA JI CIHÊKARIYÊ Û DESTWERDANÊ XWE DÛR BIGIRE’

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi berdewamî gotin, ‘’Di serî de desthilata AKP’ê, em bang li hemû aliyan dikin  nema şervanan ji cografyayên dûr bişînin Sûriyê û nema lojîstikê bidin van, ku bi vî rengî rewşa şer a li Sûriyê girantir kirine. Em bang li NY’yê dikin ku li xaka Sûriyê, tevî Efrîn, Bab, Eza û Cerablûsê, bêcihûwarkirina ku AKP bûye sedem, talana bajaran, komkujiyan sivîlan, bêyî ku dereng bimîne, dest bi lêpirsîna wê bike.’’