HDP: Aqilê 12'ê Îlonê îro desthilata AKP-MHP ye

HDP'ê di salvegera 12'ê Îlonê darbeya leşkerî ya faşîst de daxuyanî da û got yê ku îro aqilê darbeyê ye û darbeyê bi cih tîne desthilata AKP-MHP ye.


HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir li gel ku 41 sal di ser re derbas bûne jî bandora darbeya leşkerî îro hê jî didome.

HDP'ê got, ''Aqilê îro yê darbeya 12'ê Îlonê û yê ku bi cih tîne dethilata AKP-MHP ye, ji bo dahatuya xwe ya siyasî, daxwazên ji bo dad, azadî û aştiyê binpê dike, gavên ne kêmî rojên tarî yên 12'ê Îlonê davêje. Hemû gavên derhiqûqî ku darbekaran xeyala wê dikirin, îro bûne frazeya desthilata AKP-MHP'ê.''

Bi berdewamî hate gotin ,''Desthilat û hevkarên wê yên aşkere û veşartî ku bi çaresernekirina pirsa Kurd mekanîka darbeyê sazkar dikin hevkarên îro yên darbeya 12'ê Îlonê ne.''

HDP'ê di daxuyaniyê de ya ji bo salvegera bal kişande ser têkiliya darbeyê û pirsa Kurd û got, ''Rêya jiholêrakirina hişmendiya darbeyê û mekanîka darbeyê ku ji bo gelên Tirkiyê bûye şevreşk çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û avakirina jiyana nû ye.''