HDP: Êrişa li dijî Şengalê dûmahîka feraseta DAÎŞ’ê ye

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê şermezar kir û got “Desthilatdariya AKP’ê nirxên mirovayetiyê û peymanên navneteweyî bin pê kiriye. AKP wê hesabê van êrişan di warê siyasî û hiqûqî de bide.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê êrişa li ser Şengalê û ya li ser nexweşxaneya Sikenyê şermezar kir û got “Desthilatdariya AKP’ê dijminatiya li hemberî Kurdan ji xwe re kiriye polîtîkayeke bingehîn û êrişên li ser Şengalê zêdetir kiriye. Duh û îro Şengal hate bomberdûmankirin. Di êrişand de gelê sivîl bû hedef. Di şertên şer de jî nexweşxane û warên sivîlan nabin hedef.

Em êrişên li ser Şengalê bi awayê herî tund şermezar dikin. Tu polîtîkaya ku îradeya Şengalê nas nake, em jî wan nas nakin. Desthilatdariya AKP’ê nirxên mirovayetiyê û peymanên navneteweyî bin pê kiriye. AKP wê hesabê van êrişan di warê siyasî û hiqûqî de bide.

Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku bila li hemberî van êrişan bêdeng nemîne. Wekî duh îro jî em piştgiriyê didin îradeya xwerêveberiyê ya Şengalê.”