HDK: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê tavilê bi dawî bibe

Meclîsa HDK'ê ya Bajarê Aydinê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê tavilê bi dawî bibe."

Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajarê Aydinê têkildarî berxwedana li zindanan û hilweşîna aboriyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi tedbîrên bi bahaneya şewbê hewl tê dayin civakê tecrîd bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatiye birîn, nayên dermankirin, mafên mirovan tên binpêkirin û hate gotin, "Polîtîkaya tecrîdê di şexsê Ocalan de li girtîgehan hemûyan hate belavkirin. Li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan greva birçîbûnê dewam dike. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê dawî lê bê anîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêvajoya şewbê veguheriye kuştina civakî û bûye sedema hilweşîna aborî. Di daxuyaniyê de işaret bi zêdebûna kuştina jinan hate kirin.