HDK: Gava destpêkê ya ji bo têkoşîna hevpar

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku beriya niha bi 10 salan ava bû û 11 kongre li pey xwe hişt, pêşî li têkoşîna yekbûyî vekir û hîmên HDP'ê danî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye sêyemîn partiya herî mezin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 15'ê Cotmeha 2011'an li Enqereyê ava bû. Ertûgrûl Kurkçu û Sebahat Tûncel bûn hevberdevkên wê yên destpêkê. Di bingeha avabûna HDK'ê de Bloka Demokrasî, Azadî û Kedê hebû ku ji aliyê Tevgera Siyasî ya Kurd, partiyên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî ve weke alternatîfa li hemberî benda ji sedî 10'î hate avakirin û bi rengekî serbixwe wekîl ketin meclîsê. Piştî ku 35 wekîl hatin hilbijartin, tevgera kongreyê dest bi kar kir. Partî, tevgerên civaka sivîl û demokratîk, nûnerên gelan, parêzvanên mafên mirovan li hev civiyan û li Enqereyê bi kongreya Kongreya Demokratîk a Gelan re gava destpêkê ya ji bo têkoşîna hevpar avêtin. HDP piştre bû pêşenga avabûna Partiya Demokratîk a Gelan.

HDK ji bibe platformek ku gelê Kurd, gelên bindest, nasnameyên etnîkî yên derve hatine hiştin, ol, mezhebên cuda, jin, LGBTÎ+, hindikahî, koçber, tevgerên hawirdorê û kesayetên serbixwe ava bû.

Baş e HDK bi şiyareke çawa dest bi têkoşînê kir? Kongreya Demokratîk a Gelan 15'ê Cotmeha 2011'an kongreya xwe ya destpêkê li Enqereyê pêk anî û du rojan dewam kir. Di encamnameya kongreyê de armanca xwe wiha bi raya giştî re parve kir:

Ji bo bidawîkirina zext û neheqiya li gelên me tê kirin, ji bo avakirina Tirkiyeyeke aştiyane û jiyaneke mirovane, ji bo avakirina rêveberiya xwe bi xwe ya gelan HDK tê avakirin.

Em bang li gelan, bindestan, alîgirên xweza, ked, azadî, wekhevî, aştî, edalet û demokrasiyê dikin ku li dijî serdestan, ji bo afirandina sîstemeke dûrî ji mêtingeriyê, ji bo jiyaneke mirovane têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin.

Ji bo li vê xakê têkoşîna hevpar û ruhê piştevaniyê bê xurtkirin, ji bo birêxistinkirina girseyeke xurt li dijî pergalê, em ber bi pêş ve gaveke nû diavêjin.

Kongreya me di nava şert û mercên êriş û girtinê yên dewlet û hikumeta AKP'ê li qada siyasî ferz dike, dicive û girtiyên siyasî hemûyan silav dike û daxwaza azadiya wan dike.

Qadên têkoşînê yên hêzên muxalefeta civakî û demokratîk, qada têkoşîna hevpar a HDK'ê ye.

Ji bo pênaseya weelatîbûnê ya tekperest û înkarkirinê ji qanûn û destûra bingehîn bê rakirin, ku çavkaniya şer e, ji bo destûreke nû ya bingehîn a wekhev bê avakirin, wê têbikoşe.

HDK, têkildarî ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd diqewime û di nava 20 salên dawî de bû sedema mirina zêdeyî 30 hezar kesî, ji bo bi rengekî aştiyane, demokratîk û mafên wekhev çareser bibe, wê hewl bide ku feraseta Xweseriya Demokratîk li nava tevahiya civakê belav bike.

GELEK PARTÎ Û SAZIYÊN DEMOKRATÎK TEVLÎ BÛN

Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan wiha ne: Partiya Demokrasî û Aştiyê, Tevgera Azadî û Demokrasiyê, Partiya Karker a Sosyalîst Şoreşger, Partiya Kedê, Partiya Demokrasî û Wekheviyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan, Partiya Sosyalîst a Karkeran, Partiya Maf û Azadiyê, Kaldiraç, Koz, Tevgera Yekîtiya Sosyalîst, Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Partiya Demokrasiyê ya Sosyalîst, Tevgera Partiyê ya Paşeroja Sosyalîst, Platforma Azadiya Civakî, Rastiya Tirkiyeyê û Partiya Keskan.

Yên ku piştre tevlî nava pêkhateyên HDK'ê bûn jî wiha ne: Hewldana 78'an, Yekîtiya Suryanî ya Ewropayê, Tirkiye Bil. Egt. Est. San. Arş. Vak. (BEKSAV), Kovara Çagri, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, Partiya Herêman a Demokratîk, Kongreya Çerkes a Demokratîk, Kongreya Îslama Demokratîk, Tevgera Pomak a Demokratîk, Kongreya Civaka Demokratîk, Komeleya Çandê ya Dostaniyê ya Şoreşger, Partiya Şoreşger, Partiya Karker a Sosyalîst Şoreşger, Federasyona Komeleyên Başûr-Rojhilat, Partiya Sosyalîst a Bindestan, Emek, Pira Gelan, Hêvî LGBTÎ+, Dengê Karkeran Gotina Karkeran, Kaldiraç, Kaos GL, Piştevaniya Sor, Kovara Komun, Koma Çalakiya Global, Lîmter Îş, Marksîst Tûtûm, Kooperatîfa Jiyana Gulanê, Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûr, Nor Zartonk, Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Partîzan, Rojnameya Polîtîka, Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst, Polîtîka û Teorî, Partiya Azadiyê ya Civakî, Partiya Paşeroja Çep û Keskan, Gozlemcî, Çavdêr: Federasyona Meclîsên Sosyalîst.

Kongreya Demokratîk a Gelan di nava 10 salan de bi avaniya xwe ya konfederatîf bi rêya meclîsan tevneke rêxistiniyê danî. Meclîs ji kedê heta penaberiyê, ji tenduristiyê heta mafê perwerdeyê û baweriyan û nasnameya zayendî li gelek qadan kar kir, hîn jî dixebitin.