HDK Fransa duyemîn kongreya xwe ya asayî lidarxist

HDK Fransa îro li paytexta Fransa Parîsê duyemîn kongreya xwe ya asayî lidarxist.

Kongre li salona kongreyê ya avahiya Partiya Komunîst a Fransa bi beşdarbûna delege û mêhvanan pêk hat.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û di  kongreya duyemîn de hate gotin ku HDK têkoşîna hevpar a  gelan e û divê li dijî faşîzm û nîjadperestiyê têkoşîn were geşkirin.

Piştî nirxandinên siyasî axaftin hatin kirin û wiha hate gotin; “Pêşniyara çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye hêviya hemû gelan. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dem dema têkoşîna hevpar e.”

Di kongreyê de peyamên nûnertiya CDK-F, TJK-F, ACTIT, SKB, FEDA, FUAF û SYKB hatin xwendin û raporên dema xebatê jî hate xwendin û nirxandin.

Kongre bi hilbijartina hevberdevk Guley Çaylak û Veysel Keser bi dawî bû.