HDK'ê Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anî

HDK'ê Seyît Riza û hevalên wî di salvegera 85'an a darvekirinê de bi bîr anî.

Meclîsa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk (HDK) daxuyaniyek weşand û got, "Îro salvegera 85'an a darvekirina Seyît Riza û hevrêyên wî ye. Di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin. Divê jiyan nebe sir, bila belgeyên qirkirina Dersimê bêne eşkerekirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Seyît Riza û hevrêyên wî ji ber xaka xwe diparastin hatin darvekirin û hate gotin, "Sala 1935'an bi Qanûna Tûncelî, mêtingeriya Tirk destpê kir. Operasyona gef û tenkîlê destpê kir. Bi xala 88'an a Destûra Bingehîn a 1924'an re gelên li vî welatî hatin redkirin û Tirkîtî û baweriya Hanefî hate mezinkirin, ferzkirin. Yek ziman, yek ol, yek milet li gelan hate ferzkirin. Seyît Riza û hevrêyên wî ji ber ku xak, ziman û çanda xwe diparastin hatin sûcdarkirin û îdamkirin."

Di daxuyaniyê de ev gotina Seyît Riza ya ji dagirkeran re got hate bibîrxistin, "Min nekarî bi derewên we, ev ji bo min bû derd, lê belê ez serî li ber we natewînim, bila ev jî ji we re bibe derd."

HDK'ê got, "Divê em nirxên xwe yên dîrokî û çandî ji bîr nekin. Kêleke gorê jî nedan xelkê Dersimê. Ji bo gel bê hiş bikin, pêşengên wan bêkefen veşartin."

Di daxuyaniyê de li ser daxwazên civaka Elewî wiha hate gotin:

"- Bila cihê gora Seyît Riza û hevrêyên wî bê eşkerekirin.

- Bila keçên winda yên Dersimê bêne dîtin û arşîv bêne eşkerekirin."