HDK'ê qurbaniyên komkujiya Sayfoyê bi bîr anî

HDK ji bo salvegera Komkujiya Sayfoyê daxuyaniyek dan û wiha got, “Ji bo ku li tevahiya cîhanê cardin komkujî neyên kirin, divê gel bibin yek û têbikoşin.”

Meclîsa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a gelen (HDK), bi wesîleya salvegera Komkujiya Sayfoyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Suryaniyên ku bi hezaran sal in li Anatolya û Mezopotamyayê dijîn bi şûran hatin qetilkirin (Sayfo). Gelê Suryan yek jî gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye, bi bazirganî, çandinî, xwedîkirina heywanan û hunerê mijûl dibûn. Lê zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ew ji van axan sirgûn kir. Gelê Suryan bi awayek herî hovane li meydan, sewl, robar, mal û axuran hatin qetilkirin. Mal û milkê wan desteserkirin. Erkdarên olî şewitandin. Ciwan qetil kirin. Keç bi zorê zewicandin. Gelê ku nifûsa wê bi hazaran bû, tunekirin. Yên ku rizgar bûn an bi zorê bûn misilman an jî neçar man koçber bibin.

Îro li Şirnexê cenazeyê Sîmûnî Dîrîl di nava çemê de hat dîtin û hê jî Hurmuz Dîrîl winda ye, ev yek mînaka herî bi êş e ku nîşan dide hê jî Komkujiya Sayfoyê bi dawî nebûye. Ev yek nîşan dide ku em ê têbikoşin û dîroka gelan ne bi êş û qetlîamê, bi nirxên yekitiyê bi bîr bînin.

Em Suryaniyên ku di sala 1915’an de hatin qetilkirin bi bîr tînin. Ji bo ku li tevahiya cîhanê cardin komkujî neyên kirin, divê gel bibin yek û têbikoşin. Dewletên ku qirkirinê dikin divê di warê aborî, civakî û çandî de berdêlê bidin.”